Rapora RSF'ê: Tirkiye û Sûriye di rêzên destpêkê de ne!

Li gorî rapora rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, par li gelemperiya cîhanê 65 rojnamevan ji ber ku karê xwe kirin hatin kuştin. Tirkiye jî yek ji pênc welatên destpêkê ye ku hejmara rojnamevanên girtî lê gelekî zêde ye.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ragihand ku li gelemperiya cîhanê herî kêm 65 rojnamevan ji ber ku karê xwe kirin hatin kuştin û 326 rojnamevan jî girtî ne.

Li gorî rapora RSF'ê ya sala 2017'an, nîvê rojnamevanên girtî li Tirkiye, Çîn, Sûriye, Îran û Vîetnamê ne.

Di raporê de hat ragihandin ku li Tirkiyeyê zêdeyî 100 rojnamevan girtî ne û herî kêm 43 ji van rojnamevanan ji ber pîşeyê xwe hatine girtin.

Her wiha hat destnîşankirin ku di dema Rewşa Awarte de ku piştî 15'ê Tîrmeha 2016'an hate ragihandin, li şûna pîvanên dewleta hiqûqê, biryarên kêfî serdest bûne.

Hat gotin, rojnamevan li Tirkiyeyê bi rêk û pêk demeke dirêj girtî dimînin û bêyî biryara dadgehê tên cezakirin.

Li gorî RSF'ê, yek ji welatên ku di warê azadiya çapemenî û îfadeyê de li rêzên herî jêr e, Çîn e. Di raporê de hat ragihandin ku Çîn ji bo rojnamevanên mûxalîf bêdeng bike serî li rêbazên cuda daye.

65 ROJNAMEVAN HATIN KUŞTIN

Li gorî rapora RSF'ê, li gelemperiya cîhanê herî kêm 65 rojnamevan û xebatkarên medyayê ji ber pîşeyê xwe hatin ukştin. Nîvê van li herêmên ku şerê çekdarî lê diqewime hatin kuştin. Rêxistinê ragihand ku li welatên Meksîka û Fîlîpînê, rojnamevanên li ser mijarên gendelî û sûcên rêxistinbûyî dixebitîn hatin kuştin.

Li gorî raorê, 39 rojnamevan yekser ji ber pîşeyê xwe bûn hedef û hatin kuştin. 26 rojnamevan jî li herêmên şer di êrîşên bombeyî de jiyana xwe ji dest dan.

SÛRIYE JI BO ROJNAMEVANAN GELEKÎ XETERE YE

Di rapora RSF'ê de hat ragihandin ku li gelemperiya cîhanê welatê ku herî zêde ji bo rojnamevanan xetere ye, Sûriye ye. Li Sûriyeyê di nava sala 2017'an de 12 rojnamevan û xebatkarên medyayê jiyana xwe ji dest dan. Di rêza duyemîn de jî Meksîka cih digire ku 11 rojnamevan lê hatin kuştin. Piştre jî Meksîka, Afganîstan, Iraq û Fîlîpîn tên.

ROJNAMEVAN HATIN REVANDIN

Di bûyerên revandina rojnamevanan de jî welatên herî xetere Sûriye û Iraq in. Li gorî rapora RSF'ê li gelemperiya cîhanê 54 rojnamevan hatin revandin. 40 ji van di destê DAÎŞ'ê û komên tund de ne. Hat ragihandin ku piştî revandina rojnamevanan komên tundrew daxwaza fidyeyê kirine û bi vî rengî fînansmana xwe kirine.

Orjînala raporê li vê navnîşanê ye: