Rapora NY'yê: Îran hê jî çekan dide Hûsiyan

Li gorî rapora nû ya Neteweyên Yekbûyî (NY) rejîma Îranê hê jî moşekên balîstîk û amûrên hewayî yên bêmirov dide milîsên Hûsî yên li Yemenê.

Li gorî AFP’ê di raporekê de ku ji bo Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hatî hazirkirin, piştî ambargoya çekan a ser Yemenê ya 2015’an, Îran he jî moşekên balistik ên bi menzîla kin û çekên din dişîne Yemenê.

Îran dibêje ew çekan nade milîsên Hûsî lê DYA û Siûdî gelek caran Îranê bi wê sûcdar dikin ku alîkariya çekan bi Hûsiyan re dike.

Di raporê de, ku ji 125 rûpelan pêk tê, moşek û amûrên hewayî yên bêmirov ku Hûsiyên Şiî beriya bi demeke kurt bi kar anîbûn hatin lêkolînkirin. Li gorî vê, ev çek bi pergalên wan çekan re ku li Îranê têne hilberandin xwedî heman taybetmendiyên karakteristik in.

Pisporên NY’yê herî dawî dema ku serdana Siûdî kirin, îdîa kirin ku li şûnmayên 10 moşekan nerî ne, yên ku ji hêla Hûsiyan ve hatine avêtin û li ser wan şopên Îranê hene. Rapor wan çekan vedihewîne ku di navbeyna Çile û Tîrmeha 2018’an de hatine bikaranîn.

Li gorî pisporan moşek li derveyî Yemenê têne çêkirin, bi parçeyan piştî ku dişînin Yemenê û li wir parçeyan bi hev ve dikin.

Îranê ji pisporên NY’yê re name şand, di nameye de got moşek guhartiyek ji moşekên Scûd ên artêşa Yemenê ne û li wir têne çêkirin.

Pisporên NY’yê her wiha li wan îdîayan jî dikolin ku Îran her meh 30 milyon dolar ji bo milîsên Hûsî dişîne lê tê diyakirin ku ev îdîa hê nehatine piştrastkirin. Rêveberiya Tehranê dibêje wan ti caran desteka madî nedaye Hûsiyan.