Rapora DYA’yê ya li ser Tirkiyeyê: Êşkence, mirin, girtin, astengkirin

Wezareta Karê Derve ya DYA’yê di rapora xwe ya salane ya ku li ser rewşa mafên mirovan a cîhanê disekine, rexneyên cîddî li Tirkiyeyê kir. Di raporê de bal hate kişandin ser êşkence, qetilkirina di destgîriyê de, astengkirina azadiyê û girtinên ji kêfî.

Rapora wezaretê ya bi navê “Raporên welatan ên li ser polîtîkaya mafê mirovan a sala 2017’an” ji aliyê Wekîlê Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê John Sûllîvan ve di civîna çapemeniyê de hate eşkerekirin.

Sûllîvan bi bîr xist ku di çarçoveya Rewşa Awarte ya Tirkiyeyê de bi deh hezaran kes hatine destgîrkirin û diyar kir ku ev xisarê dide hiqûqê.

Di raporê de beşa li ser Tirkiyeyê ji 64 rûpelan pêk tê. Di raporê de tê diyarkirin ku di çarçoveya Rewşa Awarte de bi hezaran polîs û leşker ji peywirê hatine stendin û tê gotin ku, “Li Tirkiyeyê bi awayekî zêde astengiyên siyasî pêk hatiye.”

Di raporê de tê gotin ku gelek azadiyên bingehîn hatiye astengkirin û heta serê sala 2018’an ji sed hezarî zêdetir karmendên dewletê ji peywira xwe hatine stendin, ji pêncî hezarî zêdetir kes hatine girtin û ji hezar û pênc sedî zêdetir saziyên sivîl ên civakî hatine girtin.

KÊŞEYÊN MAFÊN MIROVAN ÊN CÎDDÎ

Di raporê de li ser kêşeyên mafên mirovan ev tişt hatin diyarkirin:

“Îddîayên êşkenceya li ser kesên hatine destgîrkirin, kuştinên kujerên wan nediyar, girtin û destgîrkirina kêfî, mudaxeleya rêveberiyan a li ser saziya darizandinê, destgîrkirin û girtina gelek siyasetmedar, şaredar, rojnamegeran; girtina saziyên medya û çapemeniyê, astengkirina malperên înternetê, astengkirina sazkirina komeleyan û kombûnan, şîddeta li ser kesên LGBTÎ û kêmneteweyên din.”

LÊPIRSÎNÊN LI SER KUŞTINÊN SIVÎLAN NE ŞEFAF E

Di raporê de hate diyarkirin ku di bêcezabûna sûîstîmalan û lêpirsînên li ser kuştinên sivîlan de neşafiyek heye. Bal hate kişandin ku di operasyonên hikumetê de yên li dijî PKK’ê de têkildarî kuştinên sivîlan de, hikumet red dike ku agahiyên derbarê lêpirsînê bide.

Di raporê de tê gotin ku, kesên ji Sûriyeyê dema ku dixwazin sînor derbas bikin an tên birîndarkirin an jî tên kuştin.

KUŞTINÊN DI DEMA DESTGÎRIYÊ DE

Di raporê de tê diyarkirin ku gelek kuştinên bi guman ên di dema destgîriyê de hatine kirin. Li ser vê mijarê gelek mînak tên rêzkirin. Bal tê kişadin ku nêzî 11 kesên li dijî hikumetê muxalif in, hatine windakirin û revandin.

ÊŞKENCE

Di raporê de tê diyarkirin ku di Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de ligel ku êşkence hatiye qedexekirin jî hin rayedarên hikumetê êşkenceyê dikin. Tê diyarkirin ku êşkence di dema destgîriyê de zêdetir bûye û hin bijîşk ditirsin ku îmzeyê biavêjin raporên tibbî yên li ser êşkenceyê.

GIRTINÊN KÊFÎ

Di rapora Wezareta Karê de Derve ya DYA’yê de li ser girtinên kêfî û destgîrkirinê jî beşeke zêde heye. Tê diyarkirin ku ev kes mafê wan heye ku di dadgehan de xwe biparêzin lê hikumet her dem li gorî berpirsyariya xwe tevnagere.

REFERANDÛMÊ SERBIXWEBÛNA DARIZANDINÊ QELS KIR

Di raporê de ev tespît tê kirin ku di referandûma 2017’an de guhertinên Destûra Bingehîn serbixwebûna saziya darizandinê qels kiriye û rayedar ‘zagonên têkoşîna li dijî terorê’ li hemberî rojnameger, çalakvanên mafên mirovan, saziyên medyayê û ‘piştgirên PKK’ê yên bi guman’ bi kar aniye.

Tê diyarkirin ku gelek kesên eleqeya wan bi van sûcdariyan tune jî hatine girtin û AKP ji bo ku dengên rexneyî bêdeng bike û muxalefetê qels bike, mirovan diavêje girtîgehê.

DIVÊ REWŞA AWARTE BI DAWÎ BIBE

Sefîrê Daîreya Demokrasî, Mafên Mirovan û Xebatê ya Wezareta Karê Derve ya DYA’yê Mîchael Kozak jî di brîfîngeke Navenda Çapemeniya Biyanî de li ser pirsekê xwest ku bila Rewşa Awarte were bidawîkirin. Kozak got ku, “Peyama me ji hikumeta Tirkiyeyê re ev e ku, bila Rewşa Awarte bi dawî bike û mafên darizandina adilane bide kesên ku tên darizandin. Em bi her rêyên mumkun ji Tirkiyeyê re dibêjin ku bila bibîne ku wê welat xistiye rewşeke çawa û divê hewl bide ku vê rewşê aramtir bike.”