Rapora Avhewayê ya 2017'an: Germahiya global mayinde ye

Li gorî raporeke avhewayê ku li DYA'yê hate weşandin, piştî salên 2015 û 2016'an, germahiyê sala 2017'an jî rekor şikandiye û dinya wê hîn bêhtir germ bibe.

Germa dijwar ku hefteyên dawî bandoreke giran li Ewropayê û gelek deverên cîhanê kir, eşkere bû ku ji ber germahiya global e.

Daîreya Atmosferê û Okyanûsan a Neteweyî ya Amerîkayê (NOAA) û Saziya Meteorolojiyê ya Amerîkayê (AMS) bi beşdariya zêdeyî 500 pisporên avhewayê yên ji 65 welatan raporeke hevpar amade kirin.

Li gorî raporê, meyla zêdebûna germa global sala 2017'an dewam kir û ji salên 1880'ê û vir ve dinya herî zêde salên 2015-2017'an germ bûye. Tevî ku sala 2017'an bûyera hewayê ya bi navê El Nîno rû neda jî, di asta rekorê de dinya germ bû.

Di raporê de hate destnîşankirin ku zêdebûna germa dinyayê êdî nabe ku bi bûyerên hewayê yên mîna El Nîno werin vegotin.

GAZÊN XWEDÎ BANDORA SERA DI ASTA REKORÊ DE NE

Nuqteyeke din ku di rapora NOAA û AMS de hate destnîşankirin, rêjeya gazên bi bandora sera ye ku li atmosferê gihîştiye asta rekorê.

Li gorî vê yekê, gazên xwedî bandora sera yên mîna karbondîoksît, metan, azot prtokosît, li gorî sala 2016'an zêde bû. Li gorî lêkolîna li ser nimûneyên ji qeşayê hatin girtin, rêjay heyî ya gazê rêjeya herî bilind a 800 hezar salên dawî ye.

Di dewama raporê de hate ragihandin ku belavkirina karbondîokstî CO2 piştî sekna ji 3 salan ji nû ve zêde bû. Li gorî vê yekê, rêjeya CO2 ku salên 2014, 2015 û 2016'an di heman astê de bû, sala 2017'an bi rêjeya 2 ji sedî zêde bû.

GERMA DI ASTA REKORÊ DE

Li gorî 30 salên navbera salên 1981-2010'an, dinya bi 0,38 û 0,48 °C pileyî germtir bû. Eşkere bû ku ev zêdebûn 4 salên dawî yanî navbera salên 2014-2017'an bi rêk û pêk bûye û rekor şikandiye. Li welatên weke Bûlgarîstan, Spanya, Arjantîn û Ûrûgûayê germê rekor şikand û li Arjantînê jî meh Çileyê li hin deveran germ gihîşt asta 43,4 pileyî. Li rojavayê Pakîstanê jî di meha Tebaxê de dinya bi 53,5 pileyî germ bû.

GERMA LI OKYANÛSAN SÊ SALÊN DAWÎ GIHÎŞT ASTA REKORÊ

Li gorî heman raporê, germa li okyanûsan li gorî rêjeya slaa 2016'an par hinekî kêm bû. Lê belê di warê giştî de ji sala 2000'î ve her 10 salan carekê bi 0,17 °C pileyî germtir bû.

Germa li okyanûsan a 3 salên dawî, rêjeya herî bilind e.

AVA DERYAYÊ DI NAVA 25 SALAN DE BI 8 CM'YÎ BILIND BÛ

Di rapora NOAA Û AMS de hate dîtin ku rêjeya ava deryayê her bilind dibe. Li gorî sala 1993'an ava li deryayê bi 7,7 cm'yî bilind bû û eşkere bû ku her 10 salan carekê bi 3,3 cm'yî bilind dibe.

GERMA LI CEMSERAN HÎN ZÊDE DIBE

Germa li herêmên cemsera Bakur hîn zêdetir dibe. Li gorî dema navbera salên 1981-2010'an germa li cemsera bakur b, 1,6 °C pileyî zêde bû. Rekora li van herêman sala 2016'an hatibû şikandin.

BARAN Û ZIWATÎ

Di raporê de hate ragihandin ku barana zêde bandorê li hemû parzemînan dike û işaret bi bandora hilweşîner a baranê ya li Hîndîstan, Venezûela, Nîjerya û welatên mîna wan hate kirin.

Germa dijwar û ziwatî jî bandorê li hemû parzemînan dike. Bakurê Amerîka ne di navê de, îsal ziwatiyê bandor li hemû parzemînan kir.