Rapor: Rejîma Tirkiyeyê otorîter e, neteweperestiya olî û yek olê ferz dike

AED ku organîzasyoneke katolîk e diyar kir ku sala 2023’yan ji her sê welatan li yekê azadiya olî di bin xeteriyê de ye û Tirkiye, wek rejîmeke otorîter pênase kir ku yek olê dike navgîn û pê polîtîkaya neteweperestiya olî xurt dike.

Di rapora ji aliyê rêxistina Katolîk Aide à l'Église en détresse (AED) ve hat amadekirin de, wiha hat gotin: “61 welat hene ku welatî rû bi rûyê binpêkariya azadiya olî ne.”

Hat diyarkirin ku li gor rapora berê li 47 welatan rewş roj bi roj giran dibe, bi tenê li 9 neh welatan ber bi başiyê ve diçe.

Parzemîna ku ji binpêkariyên azadiya olî herî pir bi bandor dibe, Efrîka ye.

Tu ewlehiya sivîlan nîn e, êrîş bi taybetî li Xirîstiyanan tên kirin.

Li gor raporê, welatên tu azadiya olî lê nîn e ya jî pir tê binpêkirin; Bakurê Koreyê, Çîn, Vîetnam, Kuba, Îran.

Rejîmên otorîter ku yek olê dikin navgîn û kêmarên olî demxe dikin; Pakistan, Azerbeycan, Bangladeş, Hindistan, Bûrma, Tayland, Srî Lanka hêza xwe ya siyasî bi neteweperestiya olî ya etnîk xurt kirine.