Raperîna li Tûnisê: 2 rojên dawî 500 kes hatin binçavkirin

Li Tûnisê ku 'Bihara Ereb' ji wir dest pê kiribû, gel vê carê ji bo edaleta civakî herikî kolanan. Li gelek bajaran şer diqewime.

Bi taybetî li paytext Tûnisê, li bajarê Sîlîana yê li bakurê rojava yê welêt, li bajarê Kasrîn û bajarê Tebûrba yê bi 30 kîlometreyî li rojavayê paytext e, şeva Çarşem-Pêncşemê çalakî hatin lidarxistin û di çalakiyan de polîs û çalakger bi hev ketin.

Ciwanan bi kevir û molotf kokteylan bersiv dan destwerdana polîsan. Ciwan heta nîvê şevê li kolanan man û rê girtin. Polîsan li dijî çalakgeran bombeyên gazê bi kar anîn.

Li bajarê Thala yê li bakurê welêt jî, navenda polîsan ji aliyê çalakgeran ve hate şewitandin. Li gelemperiya welêt 21 polîs birîndar bûn. Li ser hejmara çalakgerên hatin binçavkirin agahî bi dest neket. 24 saetên dawî 300 kes, 2 rojên dawî jî bi giştî 500 kes hatin binçavkirin.

Çalakiyên protestoyî li dijî zemên ku ji destpêka salê ve tên kirin bi rengekî aştiyane dest pê kirin. Aktîvîstên kampanya bi navê "Em hê li benda çi ne", dixwazin budçeya malî ya sala 2018'an bê sererastkirin.

Ev nerazîbûna li dijî bê edaletiya civakî roj bi roj mezin dibe.

Di encama raperînê de ku dawiya sala 2010'an dest pê kir, 14'ê Çileya 2011'an dîktator Zeynel Abîdîn Bîn Alî ji desthilatdariyê hatibû qewirandin. Ev raperîn bû destpêka tevgera bi navê 'Bihara Ereb'.