Raperîna ciwanên Ewropî ji bo avhewayê bi ser dikeve

Li gelek welatên Ewropayê, ji bo parastina avhewayê ciwan neçûn dibistanê û çalakî pêk anîn. Parlamenta kantona Baselê ya Swîsreyê, ji bo parastina avhewayê rewşa awarte ragihand.

Di pêşnûme biryarê de ya li parlamenta kantona Baselê hate qebûlkirin, işaret bi çalakiya avhewayê ya xwendekaran a 2'ê Sibatê hate kirin. Di çalakiya ciwanan de ya ji bo avhewayê, ji rayedaran hatibû xwestin ku ji bo parastina avhewayê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Pêşnûme biryar pêşkêşî parlamenta kantonê hate kirin û li hemberî 17 dengên dijber, bi 71 dengan hate qebûlkirin. Biryar ne ferz e, lê belê parlament sozê dide ku wê parastina avhewayê bike yek ji karên xwe yên sereke.

Beriya niha kantonên Frîboûrg û Vaûdê jî li dijî felaketên avhewayê biryareke bi heman rengî wergirtibûn.

15'Ê ADARÊ WÊ LI ASTA NAVNETEWEYÎ GREV BÊ KIRIN

Çalakiyên ji bo avhewayê ku xwendekar pêşengiyê ji wan re dikin, li gelek welatên Ewropayê belav bûn. Bi taybetî her hefte bi beşdariya bi dehan hezar kesî çalakî li Belçîkayê tên lidarxistin. Ciwanan biryar wergirtin ku 15'ê Adarê li asta navneteweyî grevê bikin. Tevgera hawirdorê Greenpeace jî piştgiriyê dide grevê.

Li Belçîka, Elmanya, Awûstralya, Fransa, Hollanda, Qraliyeta Yekbûyî, Swîsre û Swêdê heta niha bi dehan hezar kes ji bo parastina avhewayê daketin qadan û ji hikumetên xwe xwestin ku di vî warî de gavê biavêjin.