Rageşiya navbera DYE û Çînê metna agirbestê ya global asê kir

Ji ber ku DYE û Çîn xwe li hev radikişînin, banga agirbesta global a ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hatiye kirin, nabe biryar.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di 23'ê Adarê de banga 'agirbesta global' kiribû, lê belê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dike nake nikare dengdanê li ser vê metnê bike. Metn ji aliyê yek ji 5 endamên daîmî Fransa û endamê demkî Tûnis vê hate amadekirin. Di nava metnê de li dijî krîza Covîd-19 xalên 'karê koordîneyî', 'Agirbesta alîkariya însanî ya 90' rojî heye.

RAGEŞIYA NAVBERA DYE Û ÇÎNÊ ASTENG E

Ji ber rageşiya heyî ya navbera DYE û Çînê, li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dengdan li ser mijarê nayê kirin. Washîngton û Pekîn di mijara şewba Covîd-19 hevdu sûcdar dikin.

Metna agirbestê ji bo gihandina alîkariya mirovî ji welatên ku şer lê diqewime girîng e. Pêknehatina dengdana li ser mijarê jî dike ku krîza mirovî giran bibe. Lê belê hem DYE'yê hem jî Çînê ragihandin ku wê li dijî metnê mafê xwe yê vetoyê bi kar bînin.

Li gorî agahiyên dîplomatên li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wezîfedar in, ji bo ev helwesta her du welatan bê çareserkirin hewldanên dîplomatîk didomin, lê belê enca jê dernayê.