Rageşiya leşkerî ya li ser sînorê Ûkrayna-Rûsyayê mezin dibe

Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku Rûsyayê nêzî 100 hezar leşker li ser sînorê wan bi cih kiriye.

Serokkomar Zelenskî di peyameke xwe de ku li ser înternetê hat weşandin wiha got, "Hêvîdarim ku cîhan wê bibîne bê kî bi rastî aştiyê dixwaze, kî jî nêzî 100 hezar leşkerî li ser sînorê me bi cih dike."

Liv û tevgera yekîneyên Rûs a li ser sînorê Ûkraynayê rojên dawî ji aliyê gelek çavdêran ve weke amadekariya êrişeke gengaz a Moskowayê hate şîrovekirin.

Lê belê rayedarên Rûs nerazîbûn nîşan dan ku planeke wan a êrişeke bi vî rengî nîne.

DYE û Qraliyeta Yekbûyî îdîa dikin ku Rûsya amadekariyê dike ji bo Ûkraynayê dagir bike.

Qraliyeta Yekbûyî diyar kir ku eger şer biqewime ew amade ne ku dest li herêmê werdin. Tê gotin ku ferman ji derdora 600 leşkerên Îngiliz re hatiye dayin ku ji bo biçin Ûkraynayê amade bin.

Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov diyar kir ku îdîayên têne kirin bêbingeh in û got, "Rûsya gefê li kesî naxwe."

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Tony Blînken got, "Em nêta Moskowayê baş nizanin, lê belê em bi pîvanên lîstikê zanin." Tony Blînken anî ziman ku ew ji liv û tevgera 'awarte' ya li nêzî Ûkraynayê bi fikar in.

Berdevkekî Pentagonê jî ragihand ku liv û tevgera leşkerên Rûs "mezin û berfireh e" û got, "Em bang li Rûsyayê dikin ku nêta xwe eşkere bike."