Qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan li Parîsê hatin bîranîn

Qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan li paytexta Fransa Parîsê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Qurbaniyên qirkirinê li ber bîrdariya Qirkirina Ermeniyan a li Champs-Elysee ya Parîsê di salvegera 103'an de bi merasîmekê hatin bîranîn.

Parlamenterên Fransayê, nûnerên saziyên Ermenî û Kurdan tevlî merasîmê bûn. Girseya gel piştî ku kulîlk danî ber bîrdariyê, deqeyek rêz girt.

Nûnerên Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) jî gul danîn ber bîrdariya Qirkirina Ermeniyan.

Serokkomar Macron tevlî xwarina ku Koordînasyona Rêxistinên Ermenî yên Fransayê her sal li Parîsê didin, bû. Macron li vir peyivî û got, "Ev têkoşîna edaletê têkoşîna me ye. Roja Bîranîna Ermeniyan dikar di salnameya dewletê ya Fransayê de cih bigire."