Qraliyeta Yekbûyî hişyarî da hemwelatiyên xwe: Neçin Tirkiyeyê

Qraliyeta Yekbûyî hişyarî da hemwelatiyên xwe yên ku dixwazin biçin Tirkiyeyê û daxwaz ji hemwelatiyên xwe kir ku bila neçin bajarên Kurdistanê.

Wezareta Karê Derve yê Qraliyeta Yekbûyî têkildarî geştiyariya ji bo Tirkiyeyê hişyarî da. Di malpera Wezareta Karê Derve de îro ji bo hemwelatiyên xwe gotin ku bila neçin bajarê Şirnex, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Amed, Sêrt, Dersim, Colemêrg, Kîlîs û Hatayê.

Di hişyariyê de hate gotin ku ji bo seferên hewayî yên Tirkiyeyê ji bo Qraliyeta Yekbûyî de tevbîrên ewlekariyê wê bê girtin û daxwaz ji rêwiyan tê kirin hevkariyê bi erkdarên ewlekariyê re bikin.

DYA’YÊ JÎ HIŞYARÎ DABÛ

DYA’yê jî di rojên derbasbûyî de Tirkiye, Sûdan û Venezûela wekî welatên di rêza 3’emîn a welatên bi rîsk  de diyar kiribû. DYA’yê ji bo kesên ku dixwazin biçin Tirkiyeyê hişyariya ‘carekî din bifikirin’ dabû.