Qibris: Rewşa li Derya Spî pir bi fikar e

Serokkomarê Qibrisê Nîcos Anastasîades ji bo rewaş li Behra Spî got: “pir bi firîn û bi fikar e.”

Anastasîades ê ji Ajansa Nûçeyan a Fransa (AFP) re hevpeyvînek pêk anî, destnîşan kir ku ji ber êrîşkariya Enqerê alozî zêde dibin.

Anastasîades got: “Bi rastî li gel niyeta ku hemû herêmê bixe di bin kontrola xwe de êrîşkariyek heye û weke encam em rû bi rûyê aloziyeke ku zêde dibine.”

Serokkomarê Qibrisê bi domdarî got: “Rewş pir bi firîn û fikar e.” bal kişand ser rewaş guşarên Yekîtiya Ewropayê, li gel vê jî rêbaza herî baş a çareseriya krîzê jî ‘diyalog’ nîşan da.

Serokwezîrê Yewnanistan Kyrîaskos Mîçotakîs di daxuyaniya danê sibê dayî de diyar kiribû ku ji bo muzakereya di navbera Tirkiye-Yewnanistanê de divê ewilê dewleta Tirk dawî li ‘tehdîdan’ bîne.

Mîçotakîs got: “Ji bo têkilî bê danîn divê ewilê dawî li tehdîdan bê anîn.”