Qezaya trenê ya Misrê: 32 kes mirin, 108 kes birîndar bûn

Di encama qelibîna du trenan a Misrê de, bi kêmanî 32 kes mirin, 108 kes birîndar bûn.

Di qezaya trenê ya saaetên nîvro ya li Sohang ya dikeve başûrê Misrê pêk hat de, bi kêmanî 32 kes mirin.

Di qezaya li Sohang a nêzî 460 kêlometre dûre ji paytext Qahîre pêk hat de, 108 kes birîndar bûn.

Bi dehan ambûlans sewqî herêmê hate kirn, Serokê dewletê Abdul Fattan El Sîssî soz da ku berpirs bên darezandin.

Di dîmenên kamereyên li herêmê hatin kişandin tê dîtin ku vagonaek qelibîiye. Gelek dezgehên çapemeniyê dîmenên bi telefonan hatine kişandin parve kirin.