Qezaya otobusê ya li Çînê 'bi zanebûn' hatibû kirin

Qezaya otobusê ya hefteya derbasbûyî li Çînê Pêk aht û 21 kesan jiyana xwe ji dest dan, eşkere bû ku bûyereke bi zanebûn hatiye kirin.

Draman li Çînê 7'ê Tîrmehê li bajarê Anshûn ê wîlayeta Gûîzhoû ku li başûrêrojava ye qewimî.

Di otobusê de xwendekarên lîseyê hebûn ku ezmûna dîplomayê kiribûn. Dîmenên ku bi kamerayên çavdêriyê hatine kişandin û ji aliyê rayedaran ve hatin weşandin, nîşan dide ku wesayit ji nişka ve berê xwe diguherîne, dikeve rêya çewt, li bendên kêleka rê dixe û piştre dikeve nava golê.

Di encama lêpirsînê de eşkere bû ku ajokarê otobusê M.Zhang ê 52 salî "ji jiyana xwe ne kêfxweş bû", roja ku dram qewimî "agahiya li ser hilweşandina mala xwe ya kirêkirî" wergirt. Li gorî polîsên Anshûnê, ajokar beriya ajotinê alkol jî vexwaribû.