Qeyrana li Îranê teyîsî nav meclîs û artêşê

Qeyrana aborî ya Îranê, teyisî nava meclîs û artêşê jî. Ji aliyekî ve beşeke artêşê tê rexnekirin, ji aliyê din ve di derbarê serokwezîr û wezîrê xebat û firehiyê de pêşniyarpirs hat pêşkêşkirin. 

Ev demek dirêj li Îranê qeyraneke aborî tê jiyîn. Qeyran herî zêde li ser berhemên jiyanî bandor kir. Qeyran, piştî ku DYA bi yekalî ji hevpeymana enerjiya nûkleerî vekişiyayî kûr bû û pereyê îranê li hemberî dolar bihayê xwe gelek winda kir. Ev jî bû sedem ku qeyran kûrtir bibe.

Alîkarê serokê meclîsa Îranê Elî Mûxtarî daxuyanî da rojnamevanan û got, "Yê berpirsyarê vê qeyrana aborî, kesên ku ji peymana nukleerî re mixalefet dikin ew in. Heke her kesî ji bo pêkhatina vê peymanê hewl dabûya îro, şîrketên Ewropa û Amerîka wê bihatana Îranê û razemenî bikirina, wê serokê DYA Donald Trûmp nekariya wiha bi hêsanî ji peymanê vekişe."

Her wiha 92 parlementeran di derbarê serokwezîr Hesen Rûhanî de pêşniyarpirsek dan û ev pêşniyarpirs jî di rûniştina roja Çarşemê de hate pejirandin. Diyar dibe ku wê rojên pêş ev qeyran û nîqaşên navxweyî bêtir kûrtir bibin.