Qetlîama li Zaxoyê di rojeva NY de ye: Herî kêm 23 hezar binpêkirin hatine qeydkirin

Hikumeta Iraqê qetlîama ku dewleta Tirk li Zaxoyê kiribû xist rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî. Hikumeta Iraqê diyar kirin wan 22.740 binpêkirin û êrîş tespît kirine.

Wezareta Karê Derve ya Iraqê derbarê êrîşa di 20’ê Tîrmehê de peyamek ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand û got “Me 22.740 binpêkirin û êrîş tespît kirine.”

Wezaretê got “Li pişt êrîşên dewleta Tirk de hedefên Tirkiyeyê yên wisa hene ku dixwaze qada xwe berfirehtir bike. Derbarê ewlekarî û leşkeriyê tu peymaneke me bi Enqereyê tune. Em dixwazin dewleta Tirk lêborîna xwe ji Iraq û gelê Iraqê bixwaze.”

Di daxuyaniyê de hate xwestin bila Konseya Ewlekariyê derbarê şermezarkirina êrîşên ku dewleta Tirk li ser serweriya Iraqê kiriye, deklarasyonekê biweşîne.

SEROKÊ ARTÊŞÊ YÊ GIŞTÎ: DIVÊ DEWLETA TIRK JI HEMÛ DERAN WERE DERXISTIN

Serokê Artêşa Iraqê Abdul Emîr Raşîd Yarallah diyar kir ji bo serweriya kontrola Iraqê divê hêzên Tirk ji qadên li Iraqê derkeve û ji bo vê jî hêzên çekdar û pêşmerge ber bi van herêman were şandin. Yarallah di parlementoya Iraqê de axivî û got “Êrîşên ku hêzên Tirk dikin zêdetir bûne û di nav axa Iraqê de li nêzî Duhokê sed çeperên dewleta Tirk hene.”

LI KONSEYA EWLEKARIYÊ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ CIVÎNEKE LEZGÎN

Di civîna lezgîn de ya ku roja Sêşemê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hate kirin Nûnera Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê Jeanîne Hennîs-Plasschaert diyar kir alî ji lêpirsîneke hevpar re amade ne. Nûnera NY diyar kir Tirkiye jî amade ye “Tevî Iraqê pirsgirêkê binirxînin.”

Jeanîne Hennîs-Plasschaert diyar kir di êrîşê de 3 jê zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest dane, 23 kes birîndar bûne, 11 birîndar jî hatine ameliyatkirin û rewşa sê birîndaran jî giran e.

Jeanîne Hennîs-Plasschaert bi bîr xist ku PKK’ê piştî êrîşê daxuyanî daye ku hêzên wan li wir tune.

Jeanîne Hennîs-Plasschaert diyar kir vê êrîşa li ser herêma tûrîstîk li hemberî hiqûqa mafên mirovan ku sivîlan diparêze bêhurmetiyeke mezin e û got “Bidawîkirina êrîşên li ser Iraqê gelekî girîng e. Ev êrîş aloziya li herêmê zêdetir dike û di heman demê de dibe sedema trajediyên giran.”