Qêrîna 219 penaberî dawiyê hate bihîstin

Dawiyê alîkarî gihaşte beşek ji wan penaberan re, ku di keştiya Loîse Mîchel de ne û hunermendê kuçeyan ê Ingilîz Banksy ji bo ku penaberan xilas bike ev hiştî kirîbû.

Hunermendê kuçeyan ê Ingilîz Banksy beriya bi çendekê ji bo ku penaberên li Deryaya Spî xilas bike keştiyek kirîbû. Piştî ku welatên wekî Spanya, Italya û Maltayê ev 2 sal in sînorên xwe li keştiyên koçberên qeçax girt li Deryaya Spî drama mirovî dihate jiyîn.

Hunermendê ku nasnameya xwe ya rast nayê zanîn û bi navê Banks tê zanîn bi salan e bi pereyên ku ji firotina berhemên bi dijberiya koçberiyê ya van salên dawî li Ewropayê bi dest xistî keştiyek kirîbû û navê Loîse Mîchel lê kiribû. Keştiya Banksy duh 129 penaber xilas kiribûn ku piştî ku li Deryaya Spî vebûbûn tin nemabû 2 botên wan noq bibûna. Di botekê de penaberek mir lê drama wan tenê bi vê sînordar nema.

Penaberên ku hatibûn xilaskirin ev du roj in ne Italya û ne jî Maltayê qebûl nedikir. Bi ser de keştiya Loîse Mîchel ji kapasîteya xwe zêdetir penaber hilgirtibû û nema dikarîbû bilebitiya. Hunermend Banksy jî li ser hesabên xwe yên tora nîgaşî nêzîktêdayina Yekîtiya Ewrapayê ya li penaberan bi zimanekî tund rexne kir û got,''Hemû siyasî têkoşîna jiyanî didin û dimirin'' û vîdeo par ve kir, qêrîna alîkariyê ya hunermend berêvarkî hate bihîstin.

Keştiya ewlehiya peravê ya Italyayê ku ji Lampudusayê rabûyî 49 penaberên ku piranî ji jin û zarokan pêk hatî bire bejehiyê. Penaberên ku mane jî ji hêla keştiya alîkariyê ya bi navê ''Sea Watch 4''  ve ku li Deryaya Spî peywirdar bû hatin qebûlkirin. Lê ti welatî penaberên vê keştiyê qebûl nekir. Tê destnîşankirin ku penaberên hatine xilaskirin hewceyî lênerîna lezgîn in.