Qanûna Exlaqa Siyasî li Fransayê hate qebûlkirin
Li Fransayê, pêşnûmeya li ser 'Qanûna Exlaqa Siyasî' ku pêşî li gelek mafên taybet ên siyasetmedarên xwecihî û neteweyî digire, li Meclîsa Neteweyî hate qebûlkirin.
Li Fransayê, pêşnûmeya li ser 'Qanûna Exlaqa Siyasî' ku pêşî li gelek mafên taybet ên siyasetmedarên xwecihî û neteweyî digire, li Meclîsa Neteweyî hate qebûlkirin.
Li Meclîsa Neteweyî, ku 577 endamên xwe hene, 412 parlamenteran dengê 'erê' dan, 74 parlamenter jî li ber vê qanûnê rabûn. Di dengdanê de 62 parlamenter jî bê alî man.
Beriya hilbijartinên Serokkomariyê yên îsal, derketibû holê ku Serokwezîrê berê Françoîs Fîllon hevser û zarokên xwe weke şêwirmend daye xebitandin. Piştî ku ev yek derkete holê, hemû mafên taybet ên ji siyasetmedaran re tên dayin, ketibû rojevê.
'Qanûna Exlaqa Siyasî' jî, ku ji bo pêşî li van mafên taybet ên siyasetmedaran bigire di kampanya hilbijartinê de Serokkomar Emmanûel Macron soza wê da, di dawiya dawî de hate qebûlkirin.
Li gorî vê yekê, wê parlamenter an jî endamên hikumetê nema karibin mirovên ji malbata xwe weke şêwirmend an jî alîkar bixebitînin. Parlamenter wê hevser, ferdên malbatê yên asta yekemîn û mirovên bi rêya zewacê bûne xizm, nikaribin bixebit^nıin.
Eger ev pîvan bi cih neyê anîn, wê heta 3 salan cezayê girtîgehê û 45 hezar Euro cezayê pereyan li hilbijartiyan were birîn.
Wekî din, pêkanîna 'parlamenter rezerv' tê rakirin, ku ev yek ji parlamenter û senatoran re tê veqetandin û weke subvansiyonê radestî rêveberiyên herêmî û komeleyan tê kirin. Ev rezerv salane 147 mîlyon Euro ye.
Bi vê qanûnê re mehaneyên ku ji parlamenter û senatoran re tên dayin, ji nû ve tên sererastkirin. Û parlamenter neçar dimînin ku hemû hatineyên we bi rengekî vekirî ji Meclîsa Neteweyî û saziya erkdar a Senatoyê re ragihînin.
Yek ji armancên qanûna nû, kêmkirina bandora lobiyan li ser hilbijartiyan e. Lewma wê êdî parlamenter û senator nikaribin bi rêya şêwirmend an jî alîkarên xwe têkiliya malî bi komên lobî re deyne.
Qanûn her wiha li kesên sûcên giran kirnie û sûcên êrîşa zayendî, destdavêtin, şîdeta fîzîkî, cihêkarî, îftira û terorîzm kirine, mafê wan ê hilbijartinê betal dike.