Pûtîn:  Wê beşeke zêde leşkerên Rûs ji Sûriyeyê vekişin

Pûtîn diyar kir ku wê beşeke zêde leşkerên Rûs ji Sûriyeyê vekişin. Pûtîn beriya tûra xwe ya li Rojhilata Navîn li Sûriyeyê çû serdana baregeha leşkerî ya Rûsan a li Hmeîmîmê û diyar kir ku wê beşeke zêde leşkerên Rûs ji Sûriyeyê vekişin.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di serdanê de axivî û got, "Bi hevkariya artêşa Sûriyeyê û artêşa Rûsyayê beşeke zêde terorîstên navneteweyî hatin îmhakirin. Min jî biryar da ku beşeke zêde leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişînim."

Pûtîn li Hmeîmîmê ji aliyê Beşar Esad hate pêşwazîkirin.

Pûtîn li baregeha leşkerî axivî û diyar kir ku Sûriyeyê "yekparçeyî û serxwebûna xwe" parastiye û bal kişand ser rola leşkeran.

Pûtîn piştî vê derê çû paytexta Misirê, Kahîreyê. Piştî vê derê jî wê biçe Tirkiyeyê.

Li baregeha leşkerî ya Hmeîmîmê nêzî 4, 5 hezaran leşkerên Rûs hene. Ev herêma ku leşkerên Rûs lê hene di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de ye.