Pûtîn û Trûmp li ser Koreya Bakur axivîn

Hat ragihandin, Donald Trûmp û Vladîmîr Pûtîn li ser mijara Koreya Bakur axivîne.

Li gorî daxuyaniya Qesra Kremlînê, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê DYA'yî Donald Trûmp re axiviye.

Hat ragihandin ku di axaftinê de têkiliya navbera her du welatan hatiye nirxandin û li ser 'rewşa li gelek herêmên krîzê' hatiye axivîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Pûtîn û Trûmp giranî dane ser çareseriya pirsgirêka nukleerî ya li nîvgirava Koreyê. Her wiha hat gotin, her du lîderan biryar dane ku hevdîtinan bidomînin.

Di navbera Koreya Bakur û DYA de ji ber bernameya nukleerî û ceribandina fuzeyên digihêjin parzemînan, alozî hebû. Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tîllerson çend roj berê daxuyaniyek dabû û gotibû deriya wan ji danûstandinan re vekirî ye.