Pûtîn seferberiya qismî ragihand: Em amade ne hemû çekên xwe bi kar bînin

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li welatê xwe seferberiya qismî ragihand û gef xwar ku eger gef li ser berjewendiyên Rûsyayê çêbibe, wê "hemû çekên li ber destê xwe bi kar bînin."

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi taybetî işaret bi aloziya bi dewletên Rojavayî re kir.

Pûtîn diyar kir ku armanca hêzên Rojavayî 'tunekirina Rûsyayê ye' û got, "Bi rengekî eşkere dibêjin ku sala 1991'ê karîbûn Sowyetê û Rûsyayê parçe bikin. Niha di navbera me de dijminatî heye. Terorîstên li Kafkasyayê fînanse kirin, dijminatiya li Rûsyayê afirandin. Ev yek di heman demê de pêwendiya xwe bi Ûkraynayê re jî heye ku li xaka wan nêta li dijî Rûsan heye. Şerê ku sala 2014'an destpê kir, ji aliyê Rojava ve hate destpêkirin."

Pûtîn şerê li Ûkraynayê nirxand û îdîa kir ku leşkerên Rûs ji bo parastina herêma Donbassê "rahiştine çekê."

Pûtîn ragihand ku piştî şer destpê kir, wan ji bo 'çareseriyên aştiyane gelek pêşniyarên şênber li Rojava kirine' û got, "Rojava ev yek red kir û hemû peyman sekinand. Çek dan Ûkraynayê, leşkerên wan ji aliyê NATO'yê ve hatin perwerdekirin, bi rêya tundî û tirsandinê pêleke zextê Ûkrayna xist nava xwe."

Pûtîn diyar kir ku welatiyên wan ev tundî dîtine û wiha dewam kir, "Li hin bajaran ji me xwestin ku em referandûmê bikin. Ez radigihînim ku em ê piştgiriyê bidin van hewldanên wan."

Pûtîn ragihand ku ew piştgiriyê dide pêşniyara Wezareta Parastinê ya ji bo seferberiya qismî û got, "Tenê welatiyên di lîsteyên cîhgir de ne wê bêne seferberkirin. Dema destpêkirina vê seferberiyê îro ye, 21'ê Îlonê ye. Yên ku bang li wan hate kirin wê mîna leşkerên bi peyman xwedî heman avantajan be."

Vladîmîr Pûtîn her wiha destnîşan kir ku bicihkirina kapasîteya bilind a leşkerî girîng e û got, "Rojavayê di polîtîkaya êrîşkar de sînor hemû binpê kir. Dikarin li Qirim û xaka din a Rûsyayê bixin. Hin keştî, balafirên NATO'yê bi rê ketin. Rojavayî zextê li Ûkraynayê dikin ku li hemberî Rûsyayê hîn bêhtir êrîşkar be. Ji bo welatê me bieciqînin li wir in. Şantajeke nukleerî jî gengaz e, em vê dibînin. Rûsya her wiha bi hin çekên giran hatiye bihêzkirin. Eger gef li berjewendiyên Rûsyayê bê xwarin, em ê hemû çekên di destê xwe de bi kar bînin."