Pûtîn: Di asta dewletê de em êrîşên sîber nakin

Vîlademîr Pûtîn ê têkildarî sûcdarkirina ‘Bi êrîşên sîberê xwe mudaxeleyî hilbijartinên welatên rojava dike’ê li hember welatê wî, axivî û got: “Di asta dewletê de em tiştên wiha nakin.”

Gotinên Pûtînê ê ku dibe êrîş ji aliyê kesên ‘Bi ruhê welatparêz’ ve hatibin kirin bal kişand.

Serokê Dewleta Rûsya Vîlademîr Pûtînê li St Petersbûrgê têkildarî hilbijartina Elmanya ya ku wê meha Îlonê bê lidarxistin axivî û diyar kir ku ti pirsgirêka me nîne ku em xwe ‘têkelî’ hilbijartinê bikin.

Pûtîn ê ku diyar kir ku ti tiliya Moskova bi ‘Êrîşa sîber re nîne’ got: “Em di asta dewletê de tiştên wiha nakin û niyeta me ya kirinê jî nîne.”

Pûtîn destnîşan kir ku yên ku dixwazin bi rêya êrîşên sîberê mudaxeleyî hilbijartinên welatên rojava dikin,dibe ku ‘Hackerên ku serbixwe kar dikin’ bin, dibe ku îhtimal hebe ku kesên ‘Gotinên xirab’ ên li hember Rûsyayê tên kirin qebûl nekiribin ve hatibe kirin. Pûtîn diyar kir ku ev kes bi ‘Ruhê welatparêziyê’ û ‘Kesên li dijî gotinên xirab ên li ser Rûsyayê tên kirin ku bibin alîkar’ ve pêk hatibe.

Her wiha Pûtîn diyar kir ku di hilbijartina Elmanyayê de çi Serokwezîr Angela Merkel an jî namzetê Partiya Demokrat a Elman (SDP) Martîn Schûlz qezeç bike, ‘Ji bo me ferq nake’.