Pûîgdemont: Di sala 2017'an de wê li Katalonyayê referandûma serxwebûnê pêk were

Serokê Herêma Katalonyayê Carles Pûîgdemont diyar kir, referandûma serxwebûnê ku di sala 2014'an de hat qedexekirin, wê di sala 2017'an de pêk were.

Serokê Herêma Katalonyayê li avahiya Hikûmeta Herêmî ya li Barcelonayê, bi rêya televîzyonê ji gel re axivî û diyar kir, sala 2017 wê ji bo Katalonyayê bibe 'saleke girîng'.

Carles Pûîgdemont bal kişand ser daxwaza serxwebûnê ya gel û got, "Weke Katalonyayî, em ê bi referandûmeke diyarker û legal siberoja xwe bi awayekî azad diyar bikin". Pûgîgdemont ragihand, di sala nû de wê referandûm bê lidarxistin.

Katalonya bi nifûsa xwe ya ji 7,5 mîlyonî herêma herî mezin û aboriya xurt a Spanyayê ye. Li Katalonyayê, di sala 2014'a de Serokê Herêmê yê wê demê Artûr Mas biryara referandûmê da bû. Lê belê Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê biryara referandûmê betal kir. Mas jî li ser vê yekê bang li gel kir ku bi rengekî sembolî li sindoqan dengê xwe bi kar bîne.

Di vê referandûma sembolîk de ji 6 mîlyon hilbijêran bi qasî 2,3 mîlyonan deng bi kar anîn û ji sedî 80 dengê alîgirê serxwebûnê derket holê.

Serokwezîrê Spanyayê Marîano Rajoy duh dabû xuyakirin, ku ew dikarin mijarên aborî û civakî yên Katalonyayê muzakere bikin, lê belê destûrê nadin referandûmê.