Nûçeya Lezgîn: Dewleta Tirk bi balafiran êriş bir ser gelê li Bendava Tişrînê
BI DÎMEN

Prof. Dr. Cavalli: Mînakên cîhanê ji PKK'ê re dibêje 'dest ji çekan bernede'

Prof. Dr. Franco Cavalli banga dewleta Tirk a danîna çekan a li PKK'ê nirxand û got, bêyî garantiyê destberdana ji çekan bi wate nîne, garantiya pêvajoyê nîne û mînakên cîhanê ji PKK'ê re dibêje 'Dest ji çekan bernede'.

FRANCO CAVALLI

Zanyarê Swîsreyî yê li cîhanê naskirî, parêzvanê mafên mirovan û siyasetmedar Prof. Dr. Franco Cavalli bûyerên dawî yên li dora çareseriya pirsgirêka Kurd diqewimin ji ANF'ê re nirxand.

'ABDULLAH OCALAN AKTORÊ BINGEHÎN E, AZADIYA WÎ WÊ ÇARESERIYÊ BI XWE RE BÎNE'

Prof. Dr. Franco Cavalli anî ziman ku girîng e nîqaşên li ser çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd ji nû ve destpê kirine û destnîşan kir ku helwesta dewleta Tirk a heta niha dûrî çareseriyê ye.

Prof. Dr. Cavalli diyar kir ku Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka Kurd de aktorekî bingehîn e û got, "Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî girîngiyeke esasî ye. Mirov vê rolê dikarin bişinînin rola Nelson Mandela ya li Efrîkaya Başûr. Berdana Nelson Mandela bû hêmanê esasî ku dawî li dîktatoriya li dijî Efrîkayiyên li Efrîkaya Başûr yanî dawî li rejîma apartheidê bê anîn. Eger Mandela nehatibûya berdan, dibe ku negihîştîbûya wê nuqteyê. Di heman demê de ji bo destpêkirina çareseriya meseleya mafên gelê Kurd jî şertê bingehîn berdana Ocalan e."

'LI ALIYEKÎ ŞER, LI ALIYÊ DIN JÎ ÇARESERÎ NABE'

Prof. Cavalli anî ziman ku ji ber helwesta dewleta Tirk ew nîqaşên li ser çareseriyê fêhm nake û got, "Gelekî zehmet e ku mirov nîqaşan fêhm bikin. Dewleta Tirk ji aliyekî ve li dijî Rojava ji her demê bêhtir helwesteke tund nîşan dide û derfetê nade ku Ocalan bi rengekî azad tevbigere û biaxive. Li aliyê din jî nîqaşên bi vî rengî yên gelekî biçûk li ser çareseriyê têne kirin. Dema ku mirov vê helwesta dewleta Tirk bînin ber çavên xwe, difikirin ku bûyerên diqewimin mîna şanoyekê ye.

'ARMANC ŞIKANDINA BERXWEDAN Û PIŞTEVANÎ YE'

Bi dîtina min bûyerên ku diqewimin xwepêşandaneke dewleta Tirk e ku dixwaze piştgiriya li cîhana Rojava ya ji bo têkoşîna gelê Kurd û demokrasiya li Rojava lawaz bike. Bi rêya vê şanoyê dixwazin vê peyamê bidin: 'Binihêrin em di nava xwe de nîqaş dikin, em ewqasî jî nebaş nînin'.

Ev şîroveya min e û baş pê nizanim bê rast e yan na, ji ber ku li ber destê me gelek agahiyên kêm hene. Nêrîna min ew e ku ev rewş lîstikek ji bo lawazkirina berxwedana Kurdan û piştgiriya raya giştî ya pêşverû ya li cîhana Rojava ya ji bo têkoşîna gelê Kurd e."

'TI WATEYA GOTINA DESTBERDANA JI ÇEKAN A JI BO PKK'Ê NÎNE'

Prof. Cavalli banga dewleta Tirk a destberdana ji çekan nirxand ku vê bangê li PKK'ê dike û destnîşan kir ku mînakên cîhanê ji PKK'ê re dibêje 'dest ji çekan bernede'. Prof. Cavalli anî ziman ku bêyî dayina garantiyekê banga destberdana ji çekan a li PKK'ê ti wateyeke xwe nîne û got, "Sermeselê eger min îro karîbûya li ser navê şervanên Kurd biryarek bida, min ê bigota ti garantiya serketina vê pêvajoyê nîne û di rewşeke bi vî rengî de nîqaşên li ser destberdana ji çekan bêwate ye. Ji ber ku ti garantiyeke ku dewletê daye nîne.

Di rewşeke bi vî rengî de ku ti garantî nîne, bi dîtina min divê dest ji çekan neyê berdan. Eger îro Erdogan nikare li ser Rojava bi temamî serwer be, sedema vê eykê berxwedana şervanên Kurdan e. Eger ne ji têkoşîna çekdarî ya şervanên Kurd bûya Rojava ji zûdeyî tine bûbû.

Destberdana ji çekan û afirandina aştiyê gelekî baş e, lê belê divê mirov zanibin ku ev yek ne şanoyeke biçûk e û dawiya dawî nabe sedema felaketekê. Ji ber ku eger carekê dest ji çekan hate berdan û yên ku soz dane sozên xwe bi cih nîne, wê her tişt biqede.

'MÎNAKÊN CÎHANÊ JI PKK'Ê RE DIBÊJE DEST JI ÇEKAN BERNEDE'

Gelek mînak li cîhanê hene ku di berdêla destberdana ji çekan soza demokrasiyê ji şervanên têkoşîna rizgariya neteweyî re hatine dayin. Mînak, weke ku li Emerîkaya Navîn û herêmên din ên cîhanê qewimî; her wiha di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de hemû şervanên ku li dijî faşîzma Nazî şer kiribûn, difikirîn ku wê li gorî krîterên edaleta civakê guhertin bêne kirin. Lê belê piştî salekê Emerîkî bi Şerê Sar hatin û gotin, 'Em ji ber karê we spasiya we dikin, lê êdî qediya, em êdî bi rê ve dibin'.

Yanî çavdêriya min ew e ku niha ji bo Rojava, ji bo Kurdan, ji bo her kesên baweriya xwe bi demokrasiyê heye, garantiyeke cidî nîne ku ev pêvajo wê bi rengekî erênî be. Dema ku ev hemû li ber çavan bêne girtin, eger yê ku biryarê bide ez bûma, min ê bigota, na, em neçar in çekên xwe biparêzin."

'ÇARESERÎ BI AZADIYA ABDULLAH OCALAN PÊK TÊ'

Prof. Franco Cavalli destnîşan kir ku destberdana ji çekan piştî çareseriyeke demokratîk a rasteqîn dikare pêk were û got, "Dema ku mirov mînaka Mandela bîne ber çavên xwe, rewşa destberdana ji çekan piştî azadiya Birêz Ocalan, piştî nîqaşên cidî yên li ser rêbaza çareseriya meseleya Kurd a bi gel û tevgerê re dikare pêk were. Lê belê ragirtina Birêz Ocalan di nava şert û mercên ne mirovî yên girtîgehê de û piştre jî bi rengekî nediyar lîstina şanoyê û gotina 'na, na em ê çareseriyê pêk bînin, çekên xwe bidin û em ê vê hal bikin', bi dîtina min ne tiştekî welê ye ku mirov cidî bibîne. Divê mirov nekevin vê xefikê."