Ahmet Însel: Pêdiviya civakê bi têkiliyên rû bi rû hene
Prof. Dr. Ahmet Însel, anî ziman ku aştî û demokrasî ji hev ne cuda ne û destnîşan kir ku aştî wê di aliyê aborî û civakî de aramiyê çêbike û got, divê rû bi rû ji civakê re ev yek bê vegotin.
Prof. Dr. Ahmet Însel, anî ziman ku aştî û demokrasî ji hev ne cuda ne û destnîşan kir ku aştî wê di aliyê aborî û civakî de aramiyê çêbike û got, divê rû bi rû ji civakê re ev yek bê vegotin.
Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ku di 27'ê Sibatê de hat kirin, bûye rojeva sereke a Tirkiyeyê. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, li ser wê nexşerêyek çewa bê diyarkirin jî nîqaş didomin.
Di 14'ê Kanûna 2024'an de koma yekemîn a îmzekaran ku di nav de Ahmet Tellî, Akin Bîrdal, Baskin Oran, Bînnaz Toprak, Cihangir Îslam, Eşber Yagmurderelî, Filîz Kerestecîoglu, Fikret Başkaya, Gençay Gursoy, Mehmet Bekaroglu, Mûrat Karayalçin, Murathan Mungan, Nesrîn Nas, Oya Baydar, Şebnem Korur Fincanci, Riza Turmen, Tunç Soyer û Ziya Halis jî hebûn li Taksîm a Stenbolê hatin cem hev û metna danezana bi sernavê "Bêdengbûna çekan û destpêkirina pêvajoya aştî û demokrasiyê" vekirin.
Piştî du hefte li ser ragihandina vê metnê derbas bû, heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê civîna xwe ya ewil lidar xistibû. Prof. Dr. Ahmet Însal ku yek ji navên ji metna îmzeyê re pêşengî kiriye, der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî.
‘ÇARESERÎ WÊ ÇAWA BE, DIVÊ BÊ NÎQAŞKIRIN’
Ahmet Însel, diyar dike ku aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd mijarên ku ji hev nayên cudakirine û got piştî banga Devlet Bahçelî ya meha Cotmehê wan jî metnek amade kirine û dewletê vexwendine pêvajoya çareseriyê. Ahmet Însel, anî ziman ku paşê wan fêm kiriye ku pêngava Bahçelî beşek ji trafîka hevdîtinê ya ji berê plankirî ye û got, “Sedema ku Bahçelî ev daxuyanî da, kêmkirina bertekên muhtemel ên beşa neteweperestan e. Di vê mijarê de her kes hemfikir e.”
Ahmet Însel, diyar kir ku, tevî daxuyaniyên rayedarên hikûmetê Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî yên ku dibêjin pêvajoyeke bazariyê tune ye jî, eşkere ye ku bi rastî bazarî tê kirin û wiha pirsa, “Ma çima Abdullah Ocalan derkeve û bangek wiha amade bike?” kir. Însal, destnîşan kir ku, ji ber şert, merc û sedemên cuda îhtîmala ku dewlet gavek bi vî rengî avêtibe heye.
Însel, diyar dike ku di civaka Tirkiyeyê de daxwazeke ku çareseriya pirsgirêka Kurd li ser esasê hemwelatîbûna wekhev pêk bê, nîne. Însel, da zanîn ku hîna piranî ev yek qebûl nekiriye û destnîşan kir ku beriya ku behsa aştiyê bê kirin, divê bê axaftin wê çareserî çawa be û got bêyî nîqaşkirina çareserî dê aştî ne diyar bimîne.
AŞTÎ Û DEMOKRASÎ JI HEV NAYÊ CIHÊ KIRIN’
Ahmet Însel, diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê bi çavê wê di hilbijartinê de deng bi dest bixe an na li çareseriya pirsgirêka Kurd dinêre û bibîr xist ku hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an di vê mijarê de ji bo desthilatdariyê referanseke girîng bû û got ji ber vê yekê jî Erdogan pêvajoya çareseriyê rawestand. Însel, anî ziman ku ji ber vê desthilatdarî bi rêya medyayê zimaneke nerm bikar nayîne û got, “Ji ber ku medyaya ku bi salane tevgera kurd bi peyva terorê dinirxîne, nikare ji nişka ve vê rewşê biguherîne. Tenê rexne têrê nake, divê hin rewş bên analîzkirin. Aştî û demokrasi ji hev nayê cihê kirin. Ez di wê baweriyê de me ku dema aştî pêk hat wê demokrasî jî pêk bê.”
‘JI BO ÇARESERIYÊ PÊNGAVEK JI DIL AVÊTIN’
Însel, bibîr xist ku ji bo PKK’ê kongreyê pêk bîne şerta divê Rêber Apo pêşengiyê ji kongreyê re bike danî û got ku girîng e dewlet di vê wateyê de tevlîbûna Rêber Apo ya li vê kongreyê mîsoger bike. Însel, destnîşan kir ku ev yek di heman demê de wê samîmiyeta dewletê ya di mijara çareseriyê de nîşan bide û got, "Eger PKK’ê xwe fesîx bike, wê demê dozên li dijî bi deh hezaran şaredar û endamên meclîsa şaredariyê ku hin ji wan di girtîgehê de ne, ku bi hinceta têkiliya bi rêxistinê re ji wezîfeyê hatine dûrxistin, divê bên betalkirin."
‘BERPIRSYARIYEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ PARTIYÊN SIYASÎ’
Însel, diyar kir ku ji bo pirsgirêkên weke pirsgirêka Kurd, aştî, çareserî û demokratîkbûn bicivakî bibe, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê partiyên siyasî. Însel, pêşnûmeya ku ji aliyê CHP'ê ve ji bo betalkirina qanûnên qeyûman hatiye pêşkêşkirin girîng dibîne û dibêje, “Polîtîkaya qeyûman ji sala 2016'an ve li ser HDP û DEM Partiyê tê sepandin û piştre li şaredariyên CHP'ê belav bûye.”
Însel, di dawiyê de anî ziman ku aştî wê aramiya civakî û aborî pêk bîne û destnîşan kir ku ji bo ji holê rakirina fikarên parçebûna civakê divê gavên pêbawer bên avêtin.