Polonya tazmînata şer ji Elmanyayê dixwaze

Tazmînata ji ber zerara ku Elmanya Nazî di Duyemîn Şerê Cîhanê de da Polonyayê, ji nû ve kete rojevê.

Li Poloyayê, ku Naziyan 1'ê Îlona 1939'an dest bi hewldana dagirkeriyê kirin û Duyemîn Şerê Cîhanê lê dan destpêkirin, heta dawiya şer bi qasî 6 mîlyon kesî jiyana xwe ji dest da bûn. Di şer de gelek bajarên vî welatî hilweşiyan û tê texmînkirin, ku li gorî hejmarên serdema heyî bi dehan mîlyarî heta bi sedan mîlyarî dolarî zerara madî lê bû.

Piştî şer, Komara Elman a Demokratîk Sosyalîst (DDR) dest bi dayina tazmînatê kir û piştî danûstandinên navbera rêveberiya Yekîtiya Sowyetan û Polonyayê, dayina tazmînatê sala 1953'an hate sekinandin. Lê belê, DDR ji dawiya şer û heta sala 1953'an, yek ji sê parên hatineyên xwe yên pîşesaziyê weke tazmînat da Polonya û SSCB û tê texmînkirin ku ev yek jî bi nirxên roja îro bi qasî 50 mîlyar Euro ye.

Rêjeya ku Elmanya Rojava piştî şer da Polonyayê, bi pereyê wê demê 255 mîlyon Mark bû.

POLONYA DIXWAZE TAZMÎNATA DEV JÊ HATE BERDAN, JI NÛ VE BÊ DAYIN

Partiya Hiqûq û Wekheviyê (PîS) a li Polonyayê desthilatdar e, ku di dema dawî de ji ber polîtîkayên xwe yên kontrolkirina dadgeriyê û astnegkirina mafên jinan bi Elmanya û Yekîtiya Ewropayê re pirsgirêkan dijî, mijara tazmînatê ji nû ve xiste rojevê.

Tê îdîakirin, ku rêjeya tazmînatê ya ku rêveberiya Polonyayê ya sosyalîst a wê demê têrker dîtibû, têrê nake.

Parlamenterê PîS'ê Arkadîûsz Mûlarczyk çend roj berê ji medyayê re axivî û ragihand, organa erkdar a parlamentê li ser tazmînata şer ji nû ve dest bi kar kiriye.

PîS POLONYAYA SOSYALÎST WEKE DEWLETEKE SERBIXWE NABÎNE

Wezîrê Parastinê Antonî Macîerewîcz jî diyar kir, ku îdîayên dibêjin welatê wî dest ji mafê xwe yê tazmînatê berdaye, ne rast in. Macîerewîcz ji qenala TVP Înfo re axivî û bal kişand ser xebateke di sala 2004'an de hate kirin, ku li gorî vê xebatê zerara madî ya tenê li paytext Varşovayê bû, 45 mîlyar dolar e.

Wezîrê Parastinê careke din îdîa kir ku rêveberiya Polonyayê ya sosyalîst a wê demê 'dewleteke pêlîstok' a ser bi SSCB bû û got, deynê tazmînatê yê Polonyayê bi rengekî bê nîqaş li Elmanyayê heye.

JI ALIYÊ ELMANYAYÊ VE PIRSGIRÊK JI ZÛDEYÎ ÇARESER BÛYE

Lê belê tevî vê hewldana Polonyayê jî, hikumeta Elman ragihand ku ew ê careke din xwe nede ber dayina tazmînatê. Ji berdevkê hikumeta federal Ûlrîke Demmer anî ziman, Elmanya ji aliyê siyasî, moral û malî ve bi berpirsyariyên xwe yên dîrokî radibe, lê belê mijara tazmînatê di warî hiqûqî û siyasî de çareser bûye.

Tê texmînkirin, Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê, tazmînata giştî ya şer a ku Elmanyayê da dewletên bi ser ketin û mirovên bi şexsî serlêdan kirin, 135 mîlyar Mark (70 mîlyar Euro) ye.