Polîtîkaya dîlgirtinê ya Erdogan çavê pîlotan jî tirsand
Pîlotê Elman ê balafireke rêwiyan a şîrket Eurowîngsê got, "Ez naçim Tirkiyeyê, li wê derê ewle nînim, ditirsim" û bi vî rengî balafira ku diviyabû biçûya Enqereyê ranekir.
Pîlotê Elman ê balafireke rêwiyan a şîrket Eurowîngsê got, "Ez naçim Tirkiyeyê, li wê derê ewle nînim, ditirsim" û bi vî rengî balafira ku diviyabû biçûya Enqereyê ranekir.
Krîza navbera Elmanya û rejîma Erdogan gihîşt asteke nû. Herî dawî pîlotê Elman ê balafireke rêwiyan a şîrket Eurowîngsê got, "Ez naçim Tirkiyeyê, li wê derê ewle nînim, ditirsim" û bi vî rengî balafira ku diviyabû biçûya Enqereyê ranekir.
Piştî ku aktîvîstê mafên mirovan ê Elman Peter Steûdtner li Tirkiyeyê hate girtin, hikumeta Merkel eşkere kiribû ku wê li ser rejîma Erdogan hin pêkanînan bixin meriyetê. Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel hefteya bihurî ev pêkanîn eşkere kir. Yek ji van pêkanînan jî tundkirina hişyariya li ser ger û geşta ber bi Tirkiyeyê ve bû.
Bi hezaran Elmanên plan dikirin di betlaneyê de biçin Tirkiyeyê, li şîrketên ger û geştê geriyan û rezervasyonên xwe yên Tirkiyeyê betal kirin. Derket holê, pîlotekî Elman ji bo rejîma Erdogan protesto bike, balafir ranekiriye.
PÎLOT: JIYANA MIN LI TIRKIYEYÊ EWLE NÎNE
Êvara Şemiyê saet di 22:30 de wê ji Stûttgartê ber bi Enqereyê ve balafireke Eurowîngsê saet di 18:00 de bi hewa biketa. Hatibû ragihandin ku ev sefer hatiye betalkirin. Li gorî nûçeya qenala televîzyonê ya dewletê ARD'ê, li pişt betalkirina vê seferê, helwesta pîlot heye.
Hat ragihandin, pîlot gotiye "Ez xwe li Tirkiyeyê ewle nabînim, ditirsim' û nexwestiye balafirê bifirîne. Li ser vê yekê, şîrketa balafirê bi zimanên Elmanî û Tirkî anons ji rêwiyan re kir û got, "Pîlotê me, ji ber sedemên siyasî naxwaze bifire."
Di navbera rêwiyan û şîrketa balafirê de, li ser vê yekê nîqaş û rageşî derket. Polîsan dest li vê rewşa aloz werdan û ev çend roj in dîmenê vê bûyerê di medya civakî de tê weşandin. Hin neteweperest û alîgirên AKP'ê jî di hesabên xwe de mesajên boykotkirina Eurowîngsê diweşînin.
EUROWÎNGS: PÎLOTÊ ME DI KÊLIYA DAWÎ DE NEXWEŞ KET
Şîrketa Eurowîngsê jî ji bo aloziyê biqedîne û pêşî li boykota rêwiyên Tirk bigire, di hesabê xwe yê twîtterê de neçar ma vê daxuyaniyê bide: "Ji ber ku di kêliya dawî de hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya pîlotê me nebaş bûye, me pîlotê cîgir peyda nekir û nekarî balafirê rakin."
Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê hefteya bihurî hişyarî dabû tûrîstên dixwazin biçin Tirkiyeyê. Lê belê ev hişyariya wezaretê têrê nake. Ji ber ku Tirkiye bi awayekî fermî weke 'herêma bêhnvedanê ya xetere' nehatiye îlankirin, kesên rezervasyon kirine, nikarin betal bikin û ji vî mafî sûdê werbigirin.