Polîsên Mînneapolîsê wê bên 'tasfiye'kirin

Endamên meclîsa şaredariyê ya bajarê Mînneapolîsê yê DYE'yê diyar kirin ku polîsên li bajêr wê bên tasfiyekirin. Li şûna wan jî modeleke nû ya ewlekariya cemaweriyê tê lêkolîn.

Piştî ku Afro-Emerîkî yê 46 salî George Floyd ji aliyê polîsekî spî ve hate fetisandin bi du hefteyan, piraniya endamên Meclîsa Şaredariyê ya bajarê Mînneapolîsê biryar dan ku departmana polîsên herêmî tasfiye bikin.

Seroka Meclîsa Şaredariyê Lîsa Bender ji qenala televîzyonê ya CNN'ê re axivî û got, "Me biryar li ser wê da ku servîsên polîsan ên li bajarê Mînneapolîsê tasfiye bikin û modeleke nû ya ewlekariya cemaweriyê ava bikin ku bi rastî jî karibe gelê me ewle bike."

Bender anî ziman, nêta wan heye ku fonên ji budçeya polîsan re veqetandine ji bo projeyên gel bi kar bînin.

REFORMÊ TÊRÊ NEKIR

Meclîsa Şaredariyê her wiha modelekê lêkolîn dikin ku bixin şûna polîsên heyî. Bender got, "Fikar jiyana bêpolîsan projeyeke demkurt nîne."

Endamê Meclîsa Şaredariyê Alondra Cano diyar kir ku polîsên bajêr "ne yên reformekirinê ne" û destnîşan kir ku wê "dawî li sîstema ku pergala heyî didomîne bînin."

Şaredar Jacob Frey beriya ku dengdan bê kirin daxuyaniyek dabû, diyar kiribû ku ew ne alîgirê tasfiyekirinê ye û gotibû, "Ji bo jihevxistina sîstema avanî ya nijadperestiyê, pêwîstî bi reformeke avaniyê heye."

Tê gotin ku soza bi dengdana li Meclîsa Şaredariyê hatiye dayin wê heta demeke dirêj bi cih bê anîn.

LI TEVAHIYA WELÊT REFORMA LI NAVA POLÎSAN

Li DYE'yê endamên partiya Demokrat roja Yekşemê bang kirin, ku li nava polîsên bi cihêkarî, bêedaletî û tundiyê tên sûcdarkirin guhertineke kûr bê kirin.

Gelek hilbijartiyên demokrat dixwazin li dijî vê pirsgirêkê pêşnûme qanûnekê pêşkêşî kongreyê bikin. Bi vî rengî dixwazin ku polîsên li tevahiya welêt bên reformekirin.