Polîsên Elman li Offenbackê 3 çeteyên DAÎŞ’î destgîr kirin

Polîsên Elman li bajarê Offenbach a dikeve rojavayê Elmanyayê sê DAÎŞ’iyên ku bi gumana ku wê bi teqemeniyan li bajar êrîşekê bikin destgîrkirine.

Polîsên Elman ji 3 çeteyên DAÎŞ’î yên li bajarê Offenbach a dikeve rojavayê Elmanyayê sê DAÎŞ’iyên ku bi gumana ku wê bi teqemeniyan li bajar êrîşekê bikin destgîrkirine, 2 jê Tirk û 1 jî Mekedon e.

Li gorî daxuyaniya dozgerê Frankfûrtê Nadja Nîesen dema ku gumanbaran dixwestin madeyên teqemeniyê peyda bikin welatiyê Elman ê 24 salî ku bi eslê xwe Mekedonî ye, li ser înternetê dixwest çekê bikire.  Dozger anî ziman ku hevkarên sûc ên gumanberê 24 salî du welatiyên Tirk ên 22 û 21 salî ne.

Dozgerê Fankfûrtê Nîesen di daxuyaniya xwe de diyar kir ku her sê gumanbaran diyarkiriye ku di êrîşa xwe de bi qasî bikaribana wê ‘kafiran’ bikuştibana. Nîesen anî ziman ku nizanin hedefa gumanbaran kû ye, lê di belge û delîlên serdegirtina malê de wê agahiyên zelaltir ên li ser vê mijarê bidin nişandan. Nîesen di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gumanbaran ji bo kesên derdor xwe weke destekdarên DAÎŞ’î dane nasîn û ji aliyê polîsan ve jî tê naskirin, li mala kesê gumanberê yekem ji bo çêkirina bombeyê amûrên pêwîst hatine dîtin, her wiha belge û daneyên elektironîk jî peyda bûne. Dozger anî ziman ku piştî van lêkolînan şûnde wê roja Çarşemê biryara xwe eşkere bike.