Polîsên Îranê zarokeke 12 salî qetil kirin

Li bajarê Kerec ê Îranê zarokeke 12 salî ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin.

Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ a bi pêşengtiya jinan li Tehranê piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kirî, ji Îlona sala borî  ve, berdewam e. Ji ber tundiya rejîma Îranê ya ji bo tepeserkirina serhildanê bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan.
Melîka Borcî ya 12 salî ku beriya zêdetirî 3 mehan li Kerecê bi guleya polîsan ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Di dema xwepêşandanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de zarok jî di nav de gelek kes bi guleyan hatin qetilkirin.