Polîsan li Rihayê êrîşî jinan kirin: 23 kes hatin binçavkirin

Polîsên Tirk li Rihayê dest li meşa 8'ê Adarê werdan. Rêveberên HDP, DBP û KESK'ê jî di nav de 23 jin hatin binçavkirin.

Jinan bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) xwestin bi wesîleya 8'ê Adarê li Rihayê bimeşin, lê belê polîsan êrîş kirin.

Jin li ber avahiya SES'ê şaxê Rihayê li hev civiyan, li defê xistin û dest bi meşê kirin. Lê polîsên Tirk pêşî li wan girtin. Jinan, ku Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî di nav de bû, israr kirin ji bo bimeşin. Lê polên Tirk vê carê bi lêdanê dest bi binçavkirina jinan kirin.

Di encamê de endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sevda Çelîk Ozbîngol, hevseroka DBP'ê ya Bajêr Yasemîn Kiliç, Hevserokên Şaxên SES, Egîtîm Sen, BES'ê Adalet Çay, Hadle Ogûr, Leyla Sonmez û Leyla Mûmîn jî di nav de 23 jin hatin binçavkirin.

Destwerdan û binçavkirin dewam dike. Di wesayîta polîsan de, yek ji jinên hatin binçavkirin ji ser hişê xwe çû.