Plana aştiyê ya Trûmp a Filistîn-Israîlê li ber qedandinê ye

Tê diyarkirin ku haziriyên plana derbarê aştiya Israîl-Filistînê ya Serokê DYA’yê Donald Trûmp diqedin û di planê de hin xalên ne bi dilê du aliyan jî hene.

Li gorî rayedarekî Qesra Spî ku ji Reutersê re axiviye û navê wî nayê dayin, plana ku ji hêla nûnerê Rojhilata Navîn ê Trûmp Jason Greenblatt û zavayê Trûmp Jared Kushner ve hatiye amadekirin ber bi dawiyê ve diçe.

Li gorî rayedarê Qesra Spî plana aştiyê bi îhtîmaleke zêde ji hêla Filîstînê ve wê were redkirin. Tê zanîn piştî ku Kanûnê Trûmp Quds bi paytexbûna Israîlê nas kir krebîlîteya Trûmp li cem Filîstîniyan zêde nemeya.

Rayedar got ne rast e ku plana aştiyê giringiyê dide daxwazên Israîlê, hin xal di planê de hene ku her du alî dikarin qebûl bikin û her du alî jî jê hez nekin.

Lê ji ber ku tecrûbeya dîplomatîk a Kuushner û Greenblatt tine, ti hêviyeke zêde tine ku plan pêvajoya aştiyê ya Filîstîn û Israîlê bi pêş ve bibe.

Di planê de bi taybetî tê meraqkirin bê ka statûya Qudsê wê çawa be û her wiha xalên derbarê çareseriya du dewlet de, ku Filîstînî vê dixwazin. Tê texmînkirin ku Trûmp di mijara çareseriya du dewlet de wê guh bide Israîlê û vî fikrî qebûl neke.