Piştî qetlîama Kanadayê çekên êrîşê hatin qedexekirin

Li Kanada ya meha derbasûyî yek ji qetlîama bi çek a herî mezin a dîrokî lê pêk hat, biryara qedexeya çekên êrîşê hate girtin.

Pıştî êrîşa şeva 18’ê Nîsanê bi 19’ê Nîsanê ve dide girêdan û 22 kes mirin û şûnde Serokwezîr Jûstîn Trûdeaû ragihand ku wê soza ku berî niha di hilbijartinê de dabû ku firotina çekan û bikaranîna wan qedexe bike dabû, xistiye meryetê.

Trûdeaû ê civîneke çapemeniyê lidar xist diyar kir ku çek ‘tenê ji bo hê zêdetir kes bên kuştin’ hatine çêkirin û bi domdarî got: “Weke ku ti fêdeya wê tine, ti karê wan li Kanadayê jî tine.”

Trûdeaû çeka bi cûrê AR-15 weke nimûne nîşan da û got: “Li vî welat çi ji ber kar be, nêçîr, qanûnî û berpirsyarî be ji bo bikaranîna çekan gelek mirov hene. Lê ji bo nêçîra pezkûviyan pêwîstî bi AR-15 nîne.”

Biryarnameya ku Trûdeaû îmze kir, ji derveyî armancên leşkerî bikaranîn, firotin, hilgirtin yan jî hilberandin bi temamî qedexe dike.

Êrîşkarekî bi navê Gabrîel Wortman şeva 18’ê Nîsanê bi 19’ê Nîsanê ve dide girêdan li bajarê Portapîqûe ku girêdayî eyaleta Nova Scotîa ye êrîşek pêk anîbxû. Di êrîşa heta direngî şev pêk hat de 22 kes miribû.