Piştî peymana bi Misirê re li Xezzayê çalakiyên biçûk

Li hemberî biryara ku DYA balyozxaneya xwe bir Qudûsê li Xezzayê xwepêşandan hatibûn kirin û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Hate diyarkirin ku piştî peymana bi Misirê re rêjeya beşdariya xwepêşandan û çalakiyan jî kêm bûye.

Di xwepêşandan û çalakiyan de yên ku bêtir roja Duşemê hatibûn kirin, bi kêmanî 62 Filîstînî ji ber êrîşên leşkerên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dabûn.

Piştî van çalakiyan civakên navneteweyî jî nerazîbûnên xwe diyar kirin û li Xezzayê kêm be jî hin xwepêşandan û çalakî hatin lidarxistin.

Li gorî artêşa Îsraîlê ‘nêzî hezara çalakger’ tevlî çalakiyên li herêmên li ser sînor bûne. Li gorî hin saloxderan jî serokê Hamasê Îsmaîl Haniye jî tevlî xwepêşandanê bûye, yê ku nîvê Xezzayê di bin kontrola wan de ye.

Îsraîl biryar da ku sînorê Xeta Xezzayê û Misirê ya ku 10 sal in xistiye bin ablûkayê di meha Remezanê de bila vekirî be. Hin saloxderên herêmî û navneteweyî jî îddîa kiribûn ku ‘ji bo ku xwepêşandanên li dijî Îsraîlê werin sekinandin’ Misirê sînor vekiriye.

Hamas jî vê îddîayê red dike ya ku sînor bi peymana bi Misirê re hatiye vekirin.