Piştî Malî û Bûrkîna Faso vê carê li Nîjerê darbe bû

Leşkerên darbekar ên li Nîjerê ragihandin ku wan Serokkomar Mûhammed Bazûm ji desthilatdariyê xistine.

Ji roja Çarşemê û vir ve Serokkomar û malbata wî li rezîdansa xwe ji aliyê parêzvanên serokkomariyê ve ragirtî ne.

Piştî Malî û Bûrkîna Faso, Nîjer bû welatê sêyemîn ku li herêma Sahelê darbe lê hate kirin. Herêma Sahelê ji sala 2020'î û vir ve bi êrîşên DAÎŞ û El Qaîdeyê di rojevê de ye.

Leşkerên Nîjerê di şeva çarşem-pêncşemê de li qenala televîzyonê ya neteweyî ragihandin ku wan Mûhammed Bazûm ji desthilatdariyê anîne xwarê.

Serdar Amadû Abdraman got, "Em, Hêzên Ewlekarî û Parastinê û Konseya Neteweyî ya Parastina Welêt bûn yek û me biryar dan ku rejîma hûn pê zanin bi dawî bikin."

Her wiha ragihand ku ji ber nebaşbûna rewşa ewlekariyê, aboriya lawaz û rêveberiya civakî wan biryareke bi vî rengî dane.

Di vê navberê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir ku ew bi Serokkomar Bazûm re axiviye û piştgiriya xwe jê re ragihandiye.

Qesra Spî jî xwest Bazûm bê berdan. Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blînken diyar kir ku dewama alîkariya Emerîkayê ji bo Nîjerê bi şertê dewamkirina demokrasiyê ve girêdayî ye.

Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherîne Colonna jî bi daxuyaniyekê hewldana darbeyê şermezar kir.

Dîroka Nîjerê bi darbeyan dagirtî ye. Nîjer ku koloniyeke berê ya Fransayê ye, piştî ku sala 1960'î serbixwe bû, çar caran darbe lê çêbû. Ya destpêkê di sala 1974'an, ya dawî jî di Sibata 2010'an de hate kirin. Her wiha gelek caran hewldana darbeyê jî hate kirin.