Piştî gefa DYA’yê keştiyên Rûs ji Tartûsê veqetiyan

Hate ragihandin ku keştiyên şer ên Rûs yên li baregeha behrê ya Sûriyeyê, ji baregehê veqetiyane.

Li gorî ajansa nûçeyan a Înterfaxê keştiyên şer ên Rûsyayê ji baregeha Tartûsê veqetiyan. Vê îdîayê xwe spart Serokê Komîsyona Parastinê yê Dûmayê Vladîmîr Şamanov.

Parlementer Şamanov diyar kir ku bi hinceta ewlekariyê keştiyên şer ‘bi awayekî normal’ ji baregehê derketine.

Rêveberiya Washîngtonê gef xwaribû ku ew ê li Sûriyeyê bide. Ev gefxwarin piştî îdîayê hatibû kirin a ku li Gûtaya Rojhilat çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

Di dîmenên peykê de yên ku şîrketa Îsraîlê ‘ÎmageSat Înternatîonal’ belav kiriye, keştiyên şer ên Rûs ji baregeha behrê veqetiyane û bi tenê keştiyeke binavê tenê maye.