Piştî erdheja 7,2 a li Fîjî, xeteriya tsûnamî rû da
Li Giravên Fîjî yên li Okyanûsa Pasîfîk, bi şîdeta 7,2'an erd hejiya. Li vê herêma ku ji sedan giravan pêk tê, xeteriya tsûnamiyê rû da.
Li Giravên Fîjî yên li Okyanûsa Pasîfîk, bi şîdeta 7,2'an erd hejiya. Li vê herêma ku ji sedan giravan pêk tê, xeteriya tsûnamiyê rû da.
Li gorî daxuyaniya Enstîtuya Lêkolînên Jeolojî ya Amerîkayê (USGS), erdhej li cihekî bi 283 kîlometreyan dûrî girava Sûva ya ser bi Komara Giravên Fîjî, li kûrahiya 15 kîlometreyan rû da.
Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku li qadeke 300 kîlometreyî ya li dora peravên Fîjî, pêlên xurt ên tsûnamî dikare rû bide.
Li ser hejmara mirî û birîndaran a ji ber erdhejê hê daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Li Fîjî, ku ji sedan girav û giravên biçûk pêk tê 900 hezar mirov dijîn. Herêm li ser xeteke erhej û teqînên volkanîk e, ku weke 'kembera agir' jî tê naskirin.