Piştî DYE'yê Çînê jî bombeya herî mezin ceriband

Çînê bombeyeke xurt a ku hêza xwe ya nukleerî nîne ceriband.

Beriya Çînê, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li Afganîstanê bombeyeke mezin bi kar anîbû ku jê re "dayika bombeyan hemûyan" digot. Rêveberiya Çînê jî 'Versiyona Çînê' ya vê bombeyê ceriband.

Febrîqeya çekan a dewletê Norînco, di malpera xwe ya înternetê de dîmenên ceribandina bombeyê weşand.

Di dîmen de tê dîtin, bombeya ku li herêmekê dikeve vediguhere gogek ji êgir û dûyê reş jê bilind dibe.

Bombeya mezin ji aliyê balafira şer a Çînê H-6K ve hate avêtin. Li gorî ajansa Çîn a Nû ragihand, hêza bombeyê ji çekên nukleerî kêmtir e.

Lê belê ne Norînco ne jî ajansa Çînê ya Nû agahîn nedan bê bombe avêtine ku û kengî ceribandine.

Hate ragihandin, bombeya ku Çînê ceriband, pênc heta şeş metreyî mezin e û ji bombeya Emerîkiyan biçûktir û siviktir e.