Partiya Keskan ku di malpera xwe ya înternetê de, programa xwe ya hilbijartinê giştî par ve kirîbû, cih daye vehdên piştî 2030'an ku bi temamî wesayîtên dîzel û benzînê qedexe bike.
Lê belê tekane eyaleta ku Keskan serokatiya wê bi destê xistiye, Serokê Eyaleta Baden-Wurttemberg Wingrîed Krtshan li dijî biryarê disekine. Li vê eyaletê ku ji 219 hezar kesan re îmkanê karkirinê dide şirketên weke Mercedez-Benz hilberînê dike, fikarên têkildarî wesayîtên bi elektîk derdixe pêş.
Eyalata Baden-Wurttemberg ku weke mûhafazakar tê naskirin, parastina politîkayek wîha mirov şaş nake.Lê belê gotûbêjên çareserkirina pirsgirêka şarzê a wesayîtên bi elektirîk didome. Partiya Keskan dixwaze ku hê bêhtir li Elmanyayê wesayîtên bi elektirkê werin hilberandin.
PÊWÎSTÎ BI GELEK NUQTEYÊN ŞARZÊ HEYE
Beriya niha li gorî xebatekê ku ji aliyê DLR’ê yhatî kirin tê diyarkirin ku ji bo 1 milyon wesayîtên elektirîkê ku bi awayekî rêkûpêk derbikevin trafîkê, li herêman herî kêm 33 hezar cihê şarzê û alav pêwîst e.
Dîsa ji bo rêya di navbera bajaran de herî kêm 2 hezar û 600 alavên şarzê û nêzî 4 hezar nuqteyên cihê şarza bilez heye.
Ji bo depokirina motorên dîzel yan ji wesayîtên benzînê ku çend deqeyek bes e, lê şarzkirina wesayîtên elektirîkê ku 20 deqeyan de bibe dezavanjata herî giring tê dîtin.