Pisporên NY ji bo Ramîn Huseyîn Penahî bang kirin

Sê pisporên Neteweyên Yekbûyî ji bo betalkirina cezayê îdamê yê Ramîn Huseyîn Penahî bang kirin û xwestin cezayê îdamê were sekinandin.

Di daxuyaniya hevpar de raportorê taybet ê êşkenceyê û pisporê înfazên komî yên NY jî heye. Pisporan bang kirin ku bila cezayê îdamê yê Ramîn Huseyîn Penahî were betalkirin.

Penahî di Hezîrana 2017’an de bi hinceta ku endamê Komalayê ye hatibû girtin. Dadgeha Bilind a Îranê di serê meha Nîsanê de cezayê Penahî pesend kir.

Pisporan diyar kirin ku ev ceza nayê qebûlkirin û got:“Li hemberî vê êşkence, tecrîd û zextên giran ên li dijî Penahî em gelekî bi fikar in.”

Pisporan diyar kirin ku Penahî di serê salê de greva birçîbûnê jî kiribû û ji ber vê grevê ew ji tendirustiya wî bi guman in.

Penahî sala borî di meha Hezîranê de di kemîna pasdaran de bi birîndarî hatibû dîlgirtin. Li gorî çavkaniyên muxalîf li ser Penahî çek tunebû. Behzad Nûrî, Hamed Seyf Penahî û Sabah Huseyîn Penahî di kemînê de hatibûn înfazkirin.

Parêzerê Penahî Huseyîn Ahmedî Niyaz diyar kir ku tu delîl tuneye ku muwekîlê wî tevlî şer bûye. Parêzer Ahmedî Niyaz got ku, “Muwekîlê min mexdûrê kemîna pasdaran e. Dema ku ji Iraqê derbasî Îranê dibû, kete kemînê.”