Pirsgirêka wargehan a navbera Îsraîl û Fîlîstînê mezin dibe

Îsraîlê ragihand ku wê li Şerîa Rojava ya hatiye dagirkirin, bi hezaran xaniyên nû lê bike. Vê yekê rê li ber nerazîbûna rêveberiya Fîlîstînê vekir.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Liebermann doh ragihandibû ku wê li Şerîa Rojava 2 hezar û 500 avahiyên nû werin lêkirin. Liebermann da xuyakirin ku destûra ji bo çêkirina avahiyan wê hefteyên bê were standin û bi vê armancê 'Komîsyona Plansaziyê' were avakirin.

Rêveberiya Fîlîstînê nerazîbûn nîşanî vê plana Îsraîlê da û işaret bi berpirsyariya civaka navneteweyî kir.

Berdevkê Serokdewletiya Fîlîstînê Nebîl Ebû Rûdeyna destnîşan kir ku avakirina koloniyên Yahûdiyan wê dawî li çareseriya bi du dewletan bîne.

Wargehên Yahûdiyan li Şerîa Rojava û Bakurê Qûdsê ku piraniya şêniyên wê Fîlîstînî ye, bi dehan salan e pirsgirêkeke cidî ye.