Pirsgirêka avê ya li Çînê wê bi 'barana çêkirî' bê çareserkirin

Li Komara Gel a Çînê, li dijî ziwatiyê ji bo baran bidê, projeyeke gelekî mezin ku heta niha nehatiye dîtin, dikeve meriyetê.

Proje wê li Tîbetê bi cih were anîn ku yek ji herêmên herî bilind ê welêt e. Di çarçoveya projeyê de wê iyodurên zîv li atmosferê bên belavkirin. Ev parçikên li atmosferê bên belavkirin wê bikin ku parçikên avê yên li ezmanan bigihêjin hev û bi vî rengî ewr ji bo baranê biafirînin.

Di çarçoveya projeyê de, bi saya bi milyaran parçikên iyodur ên zîv, wê salane 10 milyar metrekup av bi rêya baranê bi dest bikeve. Ev yek jî tê wateya 7 ji sedî ya pêwîstiya Çînê ya bi avê.

Proje ji aliyê saziya cemaweriyê ya bi navê Şîrketa Teknolojî û Zanistiyê ya Çînê ve bi cih tê anîn.