Peymana nukleerê: Gelo Trûmp şantajê dike?

Rêveberiya Washîngtonê gef xwar ku baca gumrukê ya li ser wesayitên ji sê welatên Ewropayê tên bi 25 ji sedî zêde bike, ku ew welat Îranê bi rengekî fermî bi binpêkirina peymana nukleerê sûcdar nakin.

Li gorî rojnameya Washîngton Postê, rêveberiya Serokê DYE'yê Donald Trûmp gef xwar ku wê 25 ji sedî baca li ser wesayitên ji Fransa, Elmanya u Qraliyeta Yekbûyî tên zêde bike.

Fransa, Elmanya û Qraliyeta Yekbûyî ku sê ji welatên di sala 2015'an de mohra xwe danîne binê peymana nukleerê, roja Sêşemê ragihandibûn ku wê der barê Îranê de "mekanîzmaya çareserkirina nakokiyan" bixin dewrê. Bi rêya vê mekanîzmayê wê rêya razemeniyên navneteweyî ji bo Îranê ji nû ve karibe bê vekirin.

Li gorî Washîngton Postê rêveberiya DYE yekemcar ji bo armancên polîtîkaya derve gefeke bi vî rengî dixwe.

Yek ji çavkaniyên rojnameyê ev helwesta hikumeta Emerîkayê bi rengê "wergirtina bi zordariyê" şîrove kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf li ser Twîtterê daxuyaniyek weşand, bal kişand ser nûçeya Washîngton Postê û got, "Trûmp bi rengekî veşartî gefa zêdekirina 25 ji sedî ya bacê li ser wesayitên Ewropî xwar (Eger mekanîzmaya çareseriya nakokiyên bidin destpêkirin)."

Zarîf ji bo mekanîzmayê jî got, "Dostên min, ev yek wê bi kêr neyê" û tenê daxwaza Trûmp zêdetir bike. Zarîf got, "Eger hûn dixwazin namûsa xwe bifiroşin kerem bikin. Lê belê bi pîvanên mezin ên exlaqî yan jî qanûnî hûn nikarin pêşandanê bikin."