Pêwîstiya bi milyonan mirovên li Sahelê bi alîkariya xwarinê heye

Li herêma Sahelê ku mîna şerîdekê ji rojhilatê parzemîna Afrîkayê dest pê dike û ber bi rojava ve dewam dike, ji ber ziwatî û şer, bi milyonan mirov di rewşeke xetere ya birçîbûnê de ne.

Tora Pêşîgirtina li Krîza Xurekê (RPCA) ku ji gelek welatên Afrîkayê, Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, Banka Cîhanê, ajansên pêşvebirinê û saziyên alîkariyê pêk tê, li Parîsê civiya. Civîn li avahiya Rêxistina Pêşvebirin û Hevkariya Aboriyê (OECD) pêk hat û pirsgirêka birçîbûnê ya li herêma Sahelê hate nirxandin.

Li gorî daxuyaniya RPCA, li Sahelê niha 7,1 milyon mirov hewcedarê alîkariya xwarinê ne. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 3,7 milyon ji van însanan li bakurê Nîjeryayê dijîn û bi taybetî cotkar û malbatên wan ên li qadên bejahî dijîn di rewşeke xetere ya birçîbûnê de ne.

Li gorî daxuyaniyê, bi havînê re dibe ku hejmara mirovên pêwîstiya wan bi alîkariya xwarinê heye bibe 10,6 milyon.

Birçîbûna li Sahelê bandorê li cotkar û sewalkarên li Bûrkîna Faso, Malî, Nîjer, Morîtanya, Senegal û Çandê dike.