Serokê Eniya Nîştîmanî Eyad Elawî bi Tiwîttekê piştgiriya xwe ji parlemenê re anî ziman û got: “Hikûmeta bihêz asayîş û berjewendiyê welat derdixe pêş. Divê parlemen hemû tişt û çarenûsa hêzên biyanî diyar bike.”
Her wiha Eyad Elawî bal kişand li ser nûkirin û ji nû ve avakirina Iraqê, divê bi bername bê kirin û ji berjewendiyên partiyan û eşîrtiyê dûr be. Her wiha ji ber hebûna şerê bi salan divê asayîş û aramî bê çêkirin.
Parlemena Iraqê 5’ê Çileya 2020’an biyar girt ku hemû hêzên biyanî ji Iraqê derkevin. Ev biyar piştî kuştina Fermandarê Hêza Qudis a girêdayî Spayê Îranê Qasim Silêmanî û cigirê serokê Heşdî Şebî Ebû Mehdî Muhendis ya ji aliyê DYE’yê ve bû, hate girtin.