'Pêwîste Iraqî bi awayeke yekgirtî bêjin; na ji binpêkirina serweriyê re'

Dr. Ebdulqadir Beşîr bal kişande ser binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê û got; "Eger Iraq xwedî pêşengekî dirûst û niştîmanperwer bûya, wê demê ti kesê wê nekarîba serweriya Iraqê binpê bikira.”

Piştî sala 2003’an Îran û Tirkiyeyê bi rengekî berdewam sînorên herêma Başûrê Kurdistanê topbaran dikin, dewleta Iraqê jî li gorî destûrê ku divê parastina serweriya sînor û asîmanê xaka xwe bike li hemberî wê yekê re bêdeng e. Em dibînin ku destdirêjiya li ser xaka Iraqê û Herêma Başûrê Kurdistanê jî berdewam e. Ew pirsgirêke tenê taybet bi şer û destwerdanên Emerîka, Tirkiye û Îranê ve sînordar nîne, di heman demê de ji pirsgirêk û nakokiyên hundirîn ên Iraqê jî çavkaniya xwe digire. Bi rengekî ku rojane em dibînin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin û nêzî 100 navend û paregehên xwe yên leşkerî hene.

Li gorî yasaya navneteweyî hikumeta Iraqê mafê xwe heye ku li beramberî her kirdeyeke dijmintiyê ku ji aliyê welateke din li ser nexşeya siyasî ya Iraqê bê kirin, parastina tevahî xaka Iraqê bike û di dema rewşeke wiha de dikare li Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî giliyê xwe bike û li Neteweyên Yekbûyî li gorî ew desthilata ku di madeyên 39 û 51 ên peymana Neteweyên Yekbûyî jê re hatiye dayîn çend bijarde ji bo parastina ewlehiya navnetewî û parastina aramiyê li cîhanê û parastina endamên Neteweyên Yekbûyî li pêşberî wê heye. Her wiha di wan bijardeyan de xalên wek sekinandina peywendiyên dîplomatîk, peywendiyên aborî û hemû cûre peywendiyan bi rengekî giştî hene.

Di sûcê dawî yê der mirovî de ku dewleta Tirk a dagirker 20’ê Tîrmehê li gundê Perex a girêdayî Zaxo ya Başûrê Kurdistanê ye pêk anî 9 geştyar hatibûn qetilkirin û 23 kes birîndar bûbûn. Li hemberî wê komkujiyê welatiyên Iraqê daketin kolanan û nerazîbûneke tund nîşan dan. Bi şêwazekê ku li hemû bajarên Iraqê bi ser navendên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve çûn û girtin, her wiha komên çekdar ên Iraqê jî bi domdarî li dijî baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker ên li nav xaka Iraqê çalakî kirin.

Di derbarê berdewambûna binpêkirinên serweriya Iraqê ji hêla siyasî, leşkerî, aborî û civakî ya ji aliyê dewletên herêmê bi taybetî dewleta Tirk a dagirker û destwerdanên siyasî yên ji aliyê welatên navçeyên û hêzên hegemonîk ên cîhanê de Şêwirmend û Çavdêrê Siyasî Dr. Ebdulqadir Beşîr ji ANF’ê re axivî.

SEDEMÊ BINPÊKIRINA SERWERIYA IRAQÊ

Beşîr ku di heman demê de Berpirsê Karûbarê Nivîsarî yê Kovara El Sewab El Musteqîle ya li Kerkûkê ye di destpêka axaftina xwe de bal kişande ser sedemên binpêkirina serweriya Iraqê û got, “Serweriya Iraqê di rewşeke pir xirab de ye, piştî hilbijartina borî ku nêzî 10 mah beriya niha dibe, ji wê demê heya niha ti hikumetek nekariye bê avakirin. Heta nekariye hikumeta rizgarî ya niştîmanî jî bê avakirin. Ji destdayîna sazûmaniya civakî  ya Iraqê û her du aliyên ewlehî û yasa yên welat, sedemên sereke yên destwerdana welatan a di karûbarên Iraqê de ne. Vê yekê jî bûye sedem ku ew welatên cîranên Iraqê bikaribin di aliyê siyasî, leşkerî û aborî ve serweriya Iraqê binpê bikin.”

‘IRAQ XWEDÎ HÊZEKE NIŞTÎMANÎ YA YEKGIRTÎ NÎNE’

Têkildarê binpêkirina sînor û êrîşên dagirkeriyê yên li ser xaka Iraqê ya ji aliyê dewletên cîran ve Dr. Ebdulqadir Beşîr ragihand; “Eger Iraq weke berê xwedî hêzeke niştîmanî ya xurt û yekgirtî bûye wê ti welatekê nekarîba di aliyê leşkerî û siyasî ve destwerdana Iraqê bikira. Lê mixabin îro Iraqê xwedî hêzeke niştîmanî û yekgirtî nîne da ku bikaribe serxweriya xwe li hemberî destwerdanên derwe biparêze. Eger Iraq xwedî pêşengê dirûst û niştîmanperwer bûya wê demê ti kesê wê nekarîba serweriya Iraqê binpê bike.”

‘WELATÎ BÊHÊVÎ BÛNE’

Dr. Ebdulqadir her wiha bal kişande ser bandora bêdengiya Iraqê ya li hemberî destwerdanên derweyî ya li ser welatiyan û got, “Xelkê Iraqê û bi giştî pêkhateyên wê ji ber nebûna hikumetekê ku bikaribe wana biparêze bê hêvî bûne. Her wiha hikumetê mafê bingehîn ên welatiyan ku erkê hemû hikûmetekê ye wî mafî dabîn bike dabîn nekiriye; weke mînak mafê dabînkirina warê jiyanê ji bo xelk bikare debara xwe bike ku mafê sereke yê welatiyan e.”

‘JI BINPÊKIRINA SERWERIYÊ RE BÊJIN NA’

Şêwirmend û Çavdêrê Siyasî Dr. Ebdulqadir Beşîr di dawiyê de ji bo parastina serweriya welat peyamek arasteyê welatiyên Iraqê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Daxwazê ji kesên dirûst û jêhatî yên siyasetê, desthilatdaran û parlementoyê dikim ku tevî gel bi hevre weke yek kes bisekine û ji destwerdanên derweyî, binpêkirina serweriyê û hemû binpêkirinên li ser serweriya Iraqê re bêjin na.”