Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Pêşhilbijartina Serokkomariyê ya PS a Fransayê îro ye

Ji bo namzetiya Serokkomariyê, tûra destpêkê ya pêşhilbijartina bi pêşengiya Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê tê lidarxistin, îro ye.

Di vê pêşhilbijartinê de tevî Serokwezîr Manûel Valls ê di meha Kanûnê de ji Serokwezaretiyê îstifa kir, 7 kes ji bo bibin namzetê Serokkomariyê li ber xwe didin. Ji bo pêşhilbijartinê, li gelemperiya Fransayê wê li 7 hezar 500 buroyên hilbijartinê deng werin bikaranîn.

Hemû hilbijêrên welatiyê Fransayê ye û ji 31'ê Kanûna 2016'an û pê ve li lîsteyên hilbijêran qeyidkirî ne, wê di pêşhilbijartinê de karibin dengê xwe bi kar bînin.

Tevî Valls, Ji PS Wezîrê berê yê Perwerdeyê Benoît Hamon, Arnaûd Monteboûrg ê di sala 2014'an de ji Wezareta Aboriyê îstifa kir, Vîncente Peîllon û Françoîs Rûgy, ji Partiya Çep a Radîkal (PRG) Serok Sylvîe Pînel û i Eniya Demokrat a Çep a Navendî Serok Jean-Lûc Bennahmîas di nava namzetan de cih digirin.

Tê texmînkirin, di tûra destpêkê ya hilbijartinê de Manûel Valls, Arnaûd Monteboûrg û Benoît Hamon dengê herî zêde bigirin. Li gorî anketa BVA-Salesforce ku duh hat weşandin, Valls ji sedî 37, Hamon ji sedî 28 û Monteboûrg jî ji sedî 24 ê dengan digirin.

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) û Partiya Kesk a Ekolojî ya Ewropayê (EELV) ku di gelek hilbijartinan de hevkarî kirine, tevlî pêşhilbijartina PS nabin. Emmanûel Macron ku di meha Tebaxê de ji Wezareta Aboriyê îstifa kir, namzetiya xwe ya serbixwe ragihandibû.

Di pêşhilbijartina PS a sala 2011'an de 2,7 mîlyon kesî deng bi kar anî bûn. Tê payîn hejmara tevlîbûnê ya îsal kêm be û 1,5 mîlyon be. Li aliyê rastgiran jî pêşhilbijartin di meha Mijdarê de ji aliyê Komargehan (LR) ve hatibû organîzekirin û zêdeyî 4 mîlyon kes beşdar bûbûn.