Pentagon xwe ji bo lêpirsîna ezilkirina Trump amade dike

Pentagonê ragihand, di mijara lêpirsîna ezilkirina Serokê DYE'yê Donald Trump de ew xwe ji hevkariya bi kongreyê re amade dike.

Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman Pêncşemê di daxuyaniyekê de got, "Şêwirmendiya sereke ya hiqûqê ya wezaretê talîmat da hemû yekîneyên wezaretê ku li gorî teamulên berê yên der barê mijarê girîng, di vê mijarê de belgeyan lêkolîn bikin û pêşkêşî wan bikin."

Berdevk diyar kir, ku biryar ne bi zexta demokratan hatiye wergirtin, lê belê ji bo tedbîrê hatiye wergirtin.

Berdevk ragihand ku Wezîrê Parastinê Mark Esper di dema axaftina bi telefonê ya Trump a bi hempîşeyê xwe yê Ûkraynayî Volodîmîr Zelensky ne amade bû.