Pentagon: Bi 12 fuzeyan li baregehên leşkerî xistin

Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman li ser êrişa li dijî baregeha hewayî ya Eyn el Esad a li rojavayê Iraqê daxuyaniyek da û anî ziman ku ew ji bo nirxandina xisarê kar dikin.

Wezareta Parastinê ya DYE'yê ragihand, Îranê bi zêdeyî 12 fuzeyên balîstîk li baregehên el Esed û Erbîlê yên li Iraqê xistiye. Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman der barê mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Eşkere ye ku ev fuze ji Îranê hatine avêtin û hedefa wan jî baregehên El Esed û Erbîlê bûn ku leşkerên DYE û koalîsyonê lê ne. Em hewl didin xisara destpêkê binirxînin. Pentagonê li dijî êrişên gengaz ên Îranê tedbîr hemû wergirt û her du baregeh jî li dijî êrişeke gengaz a Îranê hatibûn amadekirin."

MÛXAFIZÊN ŞOREŞÊ YÊN ÎRANÊ: EGER DYE BERSIVÊ BIDE WÊ ÊRIŞÊN HÎN MEZINTIR Û GIRANTIR BIBIN

Artêşa Mûxafizên Şoreşê ya Îranê jî bi daxuyaniyekê ragihand, ku eger DYE bersivê bide vê yekê wê hîn bi xurtî û hilweşîner bersivê bidin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku di çarçoveya operasyona tolhildana Qasim Silêmanî de bi fuzeyên balîstîk li Baregeha Hewayî ya Ayn el Esed a li Iraqê hate xistin û hate gotin, "Di her şert û mercî de wê çavkaniya çalakiyên êrişkarî û dijminane yên li dijî Îranê bibin hedef. Di sûcê kirin de rejîma Siyonîst jî sûcdar e, em wan ji rejîma DYE ya sûcdar cuda nabînin."

Mûxafizên Şoreşê yên Îranê diyar kirin ku eger êriş li xaka wan bê kirin ew ê jî li Dûbayî, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Îsraîlê jî bixin.