Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanîn: 3 çeper hatin rûxandin

Di çalakiya li devera Girê Dupişka ya çaroveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê hate kirin de 3 çeper hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker daxuyaniye da.

HPG’ê ev agahî parve kir:

“1’ê Tîrmehê saet 05:00’an hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de leşkerên li devera girê Dupişka ya diheve herêma Heftanîn ku TC a dagirker dest bi tevgerê dagirkeriyê kiriye kirin hedef. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li çeper û sitargehên dijmin hatin xistin de 3 çeper hatin rûxandin, agahiyên zelal ên li ser kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin.

29- 30’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker geliyê Şeraniş û Girê Koordîne bombe kirin.

Dîsa 30’ê Hezîranê saet 09:00’an artêşa TC’ê bi obus û hewanan derdorî gundê Minînê bombe kirin.

27’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li derdorî Girê Şehîd Şahan û Girê Koordîne yê herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyonekê kirin. Ev operasyon 30’ê Hezîranê bê ku encamek bigire vekişiyane.

30’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker di saetên şevê de devera Sinînê ya Herêma Xakûrkê bombe kirin. Di bomberdûmanê de ziyan negihiştiye hêzên me.”